Şîretên Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî !!! (4)
Û wesiyeta paşî, xwendin, xwendin xwendin û desthevgirtin, desthevgirtin,desthevgirtin.
Sayfa 361 - Zehra yayıncılık
Bedîuzzeman Seîdê Kurdî
"Îslamiyet mîna tavê ye, bi pifkirinê natemire, mîna rojê/ronahiyê ye, bi çavgirtinê nabe şev. Yê ku çavê xwe bigre, tenê li xwe dike şev."
Reklam
"Şîretên Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey gelî Kurdan!    Îttîfaqê de qewet, îttîhadê de heyat, di biratiyê de se’adet, hukûmetêde selamet heye.    Kapika îttîhadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ez ê tiştekî ji we ra bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin.    Yek îslamiyet e ku hezar hezar xûna şehîdan, bihayê wê dane.    Ê diduya, insaniyet e ku lazim e em xwe nezera xelqê de, bi xizmeta eqlî, ciwamêranî û însaniyetî, xwe nîşanî dunê bidin.    Ê sisiyan, milliyeta me ye ku meziyetê da me; ê berê ku bi qenciyê xwe sax in, em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin. Piştî wê, sê dijminê me hene, me xerab dikin:    Yek feqîrtî ye. Çil hezar hemalê Stenbolê, delîlê wê ye.    Ê duduyan, cehalet û bêxwendinî ye ku hezar ji me da, yek “qezete" nikarin bixwînin, delîla wê ye.    Ê sisiyan, dujminî û îxtîlaf e ku ev edawet, qeweta me wunda dike. Mejî musteheqî terbiyeyê dike û hukûmetê jî ji bêînsafiya xwe, zulim li me dikir.    Ku we ev seh kir, bizanin çara me ew e ku em sê şûrên elmas bidest xwe bigrin; ta ku em her sê cewherên xwe ji dest xwe nekin, hersê dijminê xwe ji ser xwe rakin. Û şûrê ewil, mearif û xwendin e. Êduduyan, îttîfaq û muhebbeta millî ye. Ê sisiyan, însanê bi nefsa xwe şuxla xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelqê hêvî neke û piştaxwe nedetê.    Û wesiyeta paşî, xwendin, xwendin xwendin û desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin.    Mela Seîd
Bedîuzzeman Seîdê Kurdî
Nîşana welîtî, şêxîtî û mezinahiyê, tewazû nefsbiçûkî ye; ne quretî û zordestî ye. Nexwe yê ku quretî dike, mîna zarokê ku xwe bi darê zorê li şêxîtiyê girê dide. Hûn jî, bi çavê mezinan li wan menihêrin.
Bedîuzzeman Seîdê Kurdî İstanbul'u terk ederken
Elveda ey gelin libasi giymiş âcuze-i şemta. Usandım; sen zehirli bir bala benzersin. Belki,medeni libasi giymiş vahşi bir adama benzersin, sureten ne medeniligin var; sîreten dahi nifak, agraz içinde o kadar vahşisin. Tam dünyaya benzersin.
BANGA ÛSTAD Lİ KURDA 10 (!!!) (DAWÎ)
Va ye vî camêrî, nimûneyeke xîret û welatparêziyê ku hêjayî pêgirtin û lipeyçûnê ye, nîşan daye û ji bo zimanê me yê millî yê ku hewceyê kemilîn û pêşxistinê ye, xîm û bingehekî daniye. Ez li ehlê hemiyet û xîretê tembîh û tewsiye dikim ku li dû rêça wî biçin û li ser bingeha wî ava bikin. Bedîuzzeman Seîdê Kurd
Sayfa 178 - Zehra yayıncılık
Reklam
19 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.