Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Ew kesên ku neheqiyê wekî heq dizanin, dozvekirina derbarê wan de û serîlêdana bo wan bêmafiyek e û bêrûmetiyek e hemberî heq û mafan. Ez naxwazim vê bêmafiyê û vê bêrûmetiyê ya derbarê mafî de bikim, wesselam. Bedîüzzeman Seîd Nûrsî (Mektûbat 96)
Dinya madem fanî ye. Hem madem temen kurt e. Hem madem wezîfeyên gelek pêwist pirr in. Hem madem jiyana ebedî dê li vir bête bidestxistin. Hem madem dinya ne bê xwedî ye. Hem madem mudebirekî gelek Hekîm û Kerîm yê vê mêvangeha dinyayê heye. Hem madem ne qencî ne xirabî dê bê ceza bimîne. Hem madem li gorî raza لَا يُكَلِّفُ اللّٰهُ نَفْسًا اِلَّا وُسْعَهَا teklîfa ji quwetê zêde nîne. Hem madem rêya bêziyan li ser rêya biziyan tête girtin. Hem madem dostên dinyayê û rutbeyên wê heta li ber deriyê gorê ne; (nexwe) yê herî bextiyar ew e ku ji bo dinyayê axreta xwe wenda neke, axreta xwe fedayî dinyayê neke, jiyana xwe ya sermedî ji ber jiyana dinyayê xirab neke, temenê xwe bi tiştên nelazim telef neke, xwe wekî mêvan qebûl bike, li gorî fermana xwediyê mêvangehê tevbigere, bi selamet deriyê gorê veke û têkeve bextiyariya ebedî. Bedîüzzeman Seîd Nûrsî (Mektûbat 93)
Reklam
Yek mirovek bibêje “Va ye dûpişkek li ser stûyê te ye yan di paxila te de ye” û nîşanî mirov bide pêwîst e mirov jê nexeyide, mirov jê memnûn bibe. Bedîüzzeman Seîd Nûrsî (Mektûbat 84)
Eger hûn bibêjîn: Şêx carinan têkilî karê me dibin; carcaran ji te re jî şêx dibêjin. Ez ê jî bibêjim: Hey efendîno! Ez ne şêx im, ez mela me. Delîla vê çendê jî ev e; ev serê çar salan e ez li vir im, eger min terîqet dabuya yekî bi tenê jî wê demê mafê we hebû ku hûn gumanê bikin. Ya rast heçî kesê hatiye cem min min jê re holê gotiye: “Îman pêwist e, Îslamiyet pêwist e; dem ne dema terîqetê ye.” Bedîüzzeman Seîd Nûrsî (Mektûbat 83)
Pirs: Seîdê Nû çima evqas xwe ji siyasetê diparêze/xwe dide alî? Bersiv: Ji bo ku ji jiyana herdemî ya ji mîlyar salan zêdetir re, bixebite û wê jiyanê bi dest bixe. Naxwaze bi awayekî fuzûlî tevlî salek-du sal jiyana dinyayê bibe û wê xebatê û bidestxistinê gorî wê bike. Hem ji bo xizmeta îman û Qur’anê ku ya herî girîng û herî pêwist û herî saf û ya herî rastîn e bi awayekî tundî ji siyasetê direve. Bedîüzzeman Seîd Nûrsî (Mektûbat 82)
Nexwe, (mirov dikare holê bibêje) çûna fenayê ew e ku bi awayekî demdemî kincê xaricî ji ber xwe bike û bikeve wicûda manewî û ilmî. Nexwe, yên helak (çûyîn helakê) û yên fanî dest ji wicûda xaricî berdane, mahiyeta wan wicûda manewî li xwe kirine, ji daîreya qudretê derketine û dikevin daîreya ilmê. Bedîüzzeman Seîd Nûrsî (Mektûbat 78)
Reklam
Îca gava ewên ku li van peyvên min ên tevlîhev binihêrin, ji kerema xwe re bila ew bi mêvantî û nefsbiçûktî, wî ruh û giyanê xwe bişînin cem wî cesedê min ê ku di wesfê “Maleke Kurd” de ye; da ku xezîneya xeyalên min bibîne û teftîş bike û wan tiştên nepenî, karibe jê derxe. Ango bila bi çavên min li Leylaya min temaşe bike. Bijî şerîeta pak û ronak! Bedîuzzeman Seîdê Kurdî
Sayfa 387 - Zehra yayıncılık
Şîretên Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî !!! (4)
Û wesiyeta paşî, xwendin, xwendin xwendin û desthevgirtin, desthevgirtin,desthevgirtin.
Sayfa 361 - Zehra yayıncılık
82 öğeden 51 ile 60 arasındakiler gösteriliyor.