Hew maye ku cara heftan jî
biherifim....
Kîjan taûsê melek dikare şanikên min
bicivîne agirê xwe..
Hew maye ji nişka ve
bi tev û hemû navên xwe
bibim tenek xwê û
nemînim..!
Ezê xwe hînî diziyê bikim
û rojekê
kenê te bidizim
li nava bajarê Qamişlokê
bifiroşim
Evîndar û
zarokan
û giriyê wan jiboy xwe
bikirim
ez tenê dizanim
girî jî
bi qasî
kenê te
xweşike …
Nizanim wê kîjan cejna te
Careke din
pêrgî helbesta min bê
lê eger hat..!! û te
li şûna hevdîtina yekemîn
ji blî
bayê û xweliya danênn şewitî
ti helbest nedîtin...