li welatê min
mecbûr e helbest
nêr be
tîr be
şilfîtazî û
agir bibare ji devê wê
lewre
ji esmanê wê bombe dibarin
li ruyê wê kulî diçêrin
hirehira mirinê ye
li ser dilê wê
‘Daye bîhna sêva te!’
Dîsa bombe û baran'e
her derê girtî mij û dûman'e
dîsa nale-nala birîndaran'e
dengê dayika tê li ser lorikê wan'e
bavik bi keder xwe davêjine ser zarokan'e
lê zarok mane bê nefes, bê ruh û bê can'ê
#16mart
Canê min
Nahêlin
Em bextewar bin
Dibêjin “bajar dişewitin"
Dilê min Nahêlin
Em pev re şa bin
Dibêjin “mirov tên kuştin”
Awirên min Nahêlin
Em emrê hev bixwin
Dibêjin “bombe tên teqandin”
Destên min Nahêlin
Em ji hev hez bikin
Dibêjin “şer heye”
Nahêlin dilê min nahêlin
Min nahêlin
Te nahêlin...
Ey xwedanê dilovan
Dibînî van hovan
Bi navê dîn û îman
Serjê dikin zarokan
Lorî, ser te de bombe barî
Bela buyî parî parî
Kanî çavên te yê morî
Dayîk bi gorî...
Dîsa bombe û baran e
Her derê girtî mij û dûman e
Dîsa nale-nala birîndaran e
Dengê dayika tê li ser lorikê wan e
Bavik bi keder xwe davêjine ser zarokan e
Lê zarok mane bê nefes, bê ruh û bê can e
Ax birîndar im wey lo lo lo wey lo...