Bîstê nîsanê, şevek tar û reş pir nexweş, nexweş Cendirme hatin ketin mala me wek diz û keleş,
Em dane ber xwe birin zîndanê, zîndaneke teng, Dar bi destê wan, çehr û rû kirêt çavsor û pereng,
Daberizîn me bê tirs û bê pirs hemî wekî şêr, Ser û lingên me dixistin kewçûk, lê didan bidêr,
Li ser hev dijûn li ser hev lêdan, li ser hev qamçi, Cihê me pir teng, em pazde heval bêcî û birçî,
Serên me bêmrês tev zîpirandin simbêl û birû, Birin kehrebê tev pîr û zarok tif dihate rû,
Disa deh mirov bi dar û qamçî bi boks û lêdan, Em gevizandin dane ber lingan bi qîr û halan,
Li ser serên me tev çûn û hatin bizmar û potîn, Heta hate xwar ji ser çavên me tev xwêdan û xwîn,
Em ji hiş diçûn tenê bê hişî li me xweş dihat, Tenekên avê berî ser me dan, salon bû Ferat,
Disa şiyari, disa ew lêdan ew qamçî û dar, Em xirxirandin, di ser qadêra em kişandin xar,
Ketin ser serên me ew hov û dîn, gurên dev bixwîn, Serên me bixwîn, destên me birîn, kincên me çirin,
Gelek em tî bûn, gelek birçî bûn, ne nan û ne av, Didan rûyên me gotinên kirêt, hemî pûç û xav.