Çı dinyake puç u vala
Müzik
Ez kurd im
Kîjan xwedawend xwediyê min e? nizanim Kîjan şeytan xwediyê min e? nizanim Ne asîman li xwîna min guhdar dike û Ne dad û ne qanûn... ne naqûsê kilîseyan... ne qubeyên mizgeftan... Ez ê bi kê û bi çi sond bixwim? nizanim Kê hewan û kê palpişt û kê kesê min e? nizanim Ez vêga şaxekî bê sond im Sonda min dûkel û gotina min xwelî... Hetanî koç heye, dê koç bibim Hetanî agir heye, dê bişewitim Hetanî av heye, dê xerq bibim Hetanî dirêş heye, ez qurbanî me Hetanî ax heye, ez bê ax im Hetanî çiya heye, dê bigindirim û Hetanî dar heye, dê min lê bidin Ez ji berî Mûsa, koçber im Berî îsa, li çarmîxê me Berî Qureyş bi zindî li gorê wer bûme Berî Huseyn, serê min hatiye birîn... -Şêrko Bêkes-
Kurdî
Ew zava ki çı delale Ki zava ki paşa keko zava.
Min çavê xwe vekir her der tarî ye Min şaşwaz li dora xwe mêze kiriye Min gur di eyarê berxê de dîtiye Çi bikim xwedîyê malê di xew de miriye Min gur di eyarê mîyê de dîtiye Çi bikim xwediyê malê di xew de miriye
Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e.
Kurdî
Bi navê xwedê Kurdistan xweş welat e lê çi fêde îro şah li me mat e