Berhemeke di qada xwe de tek lêbelê ne pirr serkeftî ye. Gotarên li ser dîroka şanoya kurdî hatine berhevkirin û kirine pirtûk.
Keda amedekar û nivîskarên gotaran sax be. Di agahî û firehbûnê de pirsgirêk tune û pirr jî serkeftî ne. Lê gerek nêrîna xwe jî wek xwîner dîyar bikim.
Pirsgirêk ev in;
*Pirtûk li gorî rêzekê û bi pênûseke tek bi awayekî rêk û pêk bihata nivîsîn wê baştir bihata xwendin û jê sûdwergirtin.
*Pir gotar henin û gotar li ser qadekê nin, normal e li ser heman berhemê û navan bisekinin lêbelê mirov aciz dibe her gotarê de tiştê ku berê xwendî dîsa bixwîne. Ev tişta ji bo kronolojîya berhema dijwarîyê derdixe pêşberî me.
*Gotar pirr fireh in. yanî bilî şanoyê li ser meseleyên din jî pirr sekinî ne.
*Hinek peyv û hevok hene ku mirov nikare bi hêsanî fêm bike ka çi dixweze vebêje.