Hemşeriyê min..
xwedê xêr bike ku tu hatiye vê xerîbiyê,
Deka bêje min te çi tişt bi xwe re anî,
ji wî welatê ku tu jê hatî,
Ma çendek ji axa gundê min li te giran bû,
te bi xwe re ne anî malnemîrat,
Qene silavek ba qene gulek ba qene berhûrek ba qene dilopek ji barana ezmanê welatê min ba,
Tu çi hemşeriye ku tu dest vala hatiye vê derê
Diyar e