Di berbanga vê sibehê de,
Ez ber dîwarê hicrika dilê te,
Bûme dîlekî belengaz û reben,
Tenê şahidê min, wîtîna kundê korê bêwawîk e,
Û dengê bilûra şivanê gundê me ye,
Li guhara jorîn tevî bîhna bayê samê,
Bi ser min de dilivûnin.
Bi birqa şeveqê re ji mizgeftê,
Dengê azanê û bang û selaya "Melle"
Bilind dibû diçû qefesa çiyayê
Û çîya jî dinalin Dilo
Dayîkê şemîyê jî
Sibeh û şev jî dinalin heyrano
Wê sibeha ku ez poşman bûm jî bi kelegirîne
Rabûm
û nivînên min jî dinalin delalo
Cûdî
Dergûşa pexembara
Helîna xezala
Stargaha şêra
Te himmeza xwe
Zarokê xwere wekirîye
Û çîrokê sedsala te ji wan goti ye
Bi de deste xwe,te wan ser sînga xwe xisti ye xwe delalo
Dema min ev pirtûk dît, ji ber nav û bergê wê min yekser girt ji bo xwendinê, lê mixabin hinekî di nav refên pirtûkan de li benda xwendinê ma. Piştî demekî va ye min xwend û ji bo vê derengmayînê lêborînê ji dara sincê dixwazim.
Ev romana mamostê Dilawer a ku di sala 2018an de ji weşanên LÎSê derçûye, ji aliyê teknîkên romanê ve gelekî xurt bû, ji aliyê naverokê ve jî bi têra xwe serkeftî bû. Leheng bi hest û tevgerên xwe ve meriv dikare bibêje bi serê xwe bûn, me dengê wan dibihîzî û hestên wan hîs dikir, ev ji bo xwînerên ku ji stereotîpan aciz in sedemeke xweş e ji bo xwendina berhemê. Bûyer hem ji devê kesê yekem hem jî ji devê kesê sêyem hatibû vegotin, ev qaîde pergaleke qewîn dida berhemê, di gelek cihan de jî em pêrgî dîyalogan û pêrgî monologên hundirîn dihatin. Herwiha teknîkên ku ji bo romaneke serkeftî divê, di berhemê de yek û yek cihê xwe girtibûn. Mala yezdanê berhemê ava be.
Du serlehengên me hene ku tevna bûyeran li dor wan dizivire û berhem ji sê beşan pêk tê: Xwenasîn, Hevnasîn û Xwezanîn. Her du lehengên me du zarokên heman navçeyê ne ku piştî salan li heman girtîgehê ji nû ve li rastê hev tên. Bi vî awayî hevnasîn pêk tê. Piştre ev leheng bi hev re diçin zarokatiya xwe û di hin mijaran de li xwe mukir tên, bi vî rengî jî xwenasîn dest pê dike. Taliya talî berhem bi xwezanînekî ve kuta dibe.
Wek gotina dawî dixwazim vêya bibêjim ku cihê herî zêde kêfa min jê ra hat gotinên dara sincê bûn ku wek dayikekê şîret li lehengê romanê, pê re jî li xwendevanên romanê dikir. Serenavê nirxandinê jî ji wan şîretan hatiye girtin. Xwendinên we bila wek bêhna dara sincê bin.
Wa delalo ez heliyam
Îro sê ro ti ne l' mali
Wa delal j' kerba mirim
Kolan mane xir û xalî
Wa delal rih I' mi neme
Sebra m' ti car bê te nayê
Wa delal min ji bîr neke
Tu pir li cem min delali