Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Du zilaman sohbet dikir: - Dema ez hatibûm vêdê min di rê de bist beraz dîtin. - Ez vê bawer nakim. Ne mimkûn e, bist beraz bi hev re bigerin. - Ne bist bûn, panzdeh bûn, panzdeh. - Weleh, ez wê jî bawer nakim. - Deh bûn. - Welleh, ez wê jî bawer nakim - Pênc bûn. - Ew jî ne mimkûn e. - Dudo bûn. - Na, na, qet. - Yek bû. - Qet! - Welleh xişxişa tiştekî dihat. - Ez bi wê jî bawer nakim. - Welleh ez ji xişxişokê nayêm xarê.
Sayfa 78
Xesûyê derd û gazindê xwe digotin: -Erê lawê min! Hetanî ez bûk bûm xesû nebaş bûn. Lê ji wê dema ku ez bûme xesû û vir ve îca bûk nebaş in.
Sayfa 82
Reklam
Rojekê Heydo li daristanê digerya. Dît ku Çeto pişta xwe bi darekê ve girêdaye. - Tu çi dikî holê, Çeto? - Ez întîxar dikim! - Ma întîxar holê ye? - Nexwe çawa ye? - Wî tayî neavêje pişta xwe, biavêje stûyê xwe! - Erê min jî welê çêkir, lê belê bêhna min gelek teng bû.
Sayfa 32
Xatiran Naxwazim
Ez vê helbestê ji bo her çar keçên xwe (Meryem, Aynûr, Rebîa û Berîtan) dikim diyarî!.. Ez îro dibim rêwî û ji axa pîroz bi dûr dikevim Destê min ji bihuşwarê min vediqete û dişemitim Lê dilnahêlim behsa xatirxwestinê bilkim yarê! Ji Birca Belek û ji gora Mem û Zînê xatiran naxwazim Dilbikul im, ji heza welat agirdil im Ji Serxet û Binxetê, ji
Sayfa 115 - Weşanên Ar.
Mamoste ji Çeto pirsî: - Kuro Çeto! Tu tîpên alfabeyê dizanî? - Belê mamosteyê min, ez dizanim. -Naxwe bêje, ka li pêy tîpa a yê kîjan tîp tê. - Mamosteyê min, li pey tîpa a yê hemû tîp tên.
Sayfa 35
Behlûl nû zewicîbû. Jina wî jê re got: - Êêê Behlûl! Eve ez bûme jina te. Ka ji îro pêde ez li rûyê kê bikevim, li rûyê kê nekevim? Behlûl: - Hema li rûyê min nekeve, tu li rûyê kê bikevî bikeve.
Sayfa 17
Reklam
Mala we ava
Me got; "zanînên ku di nava rûpelên qirêjî yên dîrokê veşarî mane, em wan ji nava tariya reşaşî derînin û pêşkêşî xwendevanan bikin."
Sayfa 3
Heydo ji boyi ku têkeve kar serî li saziyê dabû. Saziyê (kurum) hinek ewraq jê xwestin, di nav wan de heşt heb wêneyên (resîm) vesîqeyê (vesikalık) jî hebûn. Bes Heydo nedizani ka wêneyên wesîqayê çi ne. Tê pirsa xwe ji Çeto dike. Çeto jêre dibêje: - Tişta ez dizanim wêneyê wesiqeyê ew wêneyê ku nîvê bejna mirov digre. Tu çalekê li vir bikole ez ê herim makîneya wêneyan binim. Wêneyê te bigrim, tu dê bidî wan. Heydo dest bi kolandina çalê dike. Çeto jî diçe da makîneya wêneyan bêne. Dema Çeto vedigere dibîne ku Heydo 8 çal kolandine. Çeto: - Kuro Heydo! Ev çî ye? Te çima heşt heb çal kolandine? - E, ne heşt heb wêne pêwist in, loma! - Kuro wele tu ker î, ji xwe min heşt heb makîneyên wêneyan anibûn.
Sayfa 36
Çeto çubû Îngilîstanê. Havalên wî jê pirsîn: - Çeto te bi ingilîzî nedizanî, Xwedê dizane niho te li wêdê gelek zehmetî dîtîye. Çeto: - Zehmetiya zêde wan dît, ne min...
Sayfa 41
Yekî heneker hate cem Behlûl û got: -Seyda ezbenî, ez razayîbûm, mişkekê xwe avêt devê min û çû xwarê. Bi ya te ez çi bikim? Behlûl: -Çireya wê heye: Pisîkeke birçî bide ber devê xwe û daqurtînin!
Sayfa 12
Reklam
Behlûl û jina xwe diaxivin. Jina wî: -Dema tu li rûyê min mêze dikî tu Bismila dikî -Îca çi bûye? -Îmam efendî dema li rûyê jina xwe mêze dike Yasînê dixwîne. -Min ew jin dîtiba min ê xetmeya Qur'anê bixwendaba.
Sayfa 13
Dînê biaqil:D
Du dîn di neqeba xwe de diaxivîn. - Tu dikarî herî qeta çarê û xwe jê bavêji û têkevî nava vê qedehê? - Erê ez dikarim. - De here eve ez ê qedehê li ber te bigrim. Havalê wî çû qeta çarê û yê dî jî qedeha avê li ber girt. Yê çüyî qeta çarê, hinkê li havalê xwe û li qedehê mêze kir, paşê xwe neavêt û hate xwarê. - Te çima xwe neavêt? - Qey ez dinê te me? Eger min xwe biavêta, te jî qedeha avê ji ber rakiriba ez ê şerp li erdê ketibama, bimirama!
Sayfa 57
Mamoste di poleyê de ji Çeto dipirse: - Ka bibêje Çeto, welat çi ya me ye? - Welat diya me ye, ezbenî. Mamoste vê carê berê xwe dide Heydo - Ka tu bibêje Heydo, welat çi ya me ye? - Welat diya Çeto e, ezbenî.
Sayfa 40
Bozmak ji bo hûrkirin tê gotin Kurmak ji bo sazkirin tê gotin Cam pîpok yek dî jî qinîn e Nöbet nobe û we hem goyîn e Yazgı qeder û qedîn jî bitmek bo berketinê bibêj üzülmek
Sayfa 23
eprax önemli
Jinika Cizîrî eprax û dolmeyên xwe dipêçe, datine ser êgir. Paşe jî ji keça xwe re holê dibêje: - Keça min ser serê diya xwe, eve epraxê me li ser tûpê ne. Ez ê herim mala cîran. Dema eprax keliyan were xeberê bide min. Û diçe mala cîranê xwe, dikevin sohbetê. Pişti bîskekê, keçik welê bêhnbizdayî tê cem diya xwe: - Dayê dayê! Zû were malê! Diya wê: - Xêr e, çi bûye keça min! - Dayê were male, babê min mir! - Te heft xwelî li serê xwe kirê! Wele te ziravê min qetand. Min got qey tu yê bêjî epraxên te şewitîn.
Sayfa 46
18 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.