1-Bi navê Xwedayê xwe û Resûlê wî bawer bikin.
Perestiyên xwe, oldariyên xwe, bi dil û bi wext bi cîh binin. Ji ola xwe, ji oldariya xwe sar nebin.
2-Yekîtî û hevkariya navbera gelê xwe biparêzin.
Xerabiyê, bêbextiyê, xayintiyê, bi hevdû ra bi xwîşk û birayên xwe yên Kurd ra nekin.
3-Ji bona ku dijminên we, we bi ramyar û siyasetmedarên xwe yên
Ew Lor û Bextiyarî Baban
Kurdmanc û Hevreman û Zazan
Kurdên ji welatê Rom û Sorî
Kurdên Ecem û Iraq û Sûrî
Kurdên ji welatê jor û jêrîn
Serçav bilind û zexm û nêrîn
Kurdên ji Blûc û Kurdên Efgan
D'hêvî de yek in û yek di raman
Yekbext in hemû, ne bextiyar in
Ser erd û dinê, liyan û jar in...