NIVÎSVAN: ATIF BEG (QEYSERÎ)
SEOK- Rêzdarên min, civîn (rûniştin) hat vekirin. Xwendi- na parêznameya Nîhad Paşa, wê bê berdewamkirin.
"Di herêma Eniya El-Cezîre de yê gelek zêde Kurdewarî û Kurdperweriyê dike. Ekrem Cemîlpaşa ye. Ew di nav herêmê de bi Efserê Ingiliz, Sedar (Major) Noel re digere. Diçe serlêda- na serokên Kurdan. Di nav serokên Kurdan de tovê cudabûnê diavêje û wan di xapîne. Ew li Kurdistanê derxistê pirsgirêk ů aloziyan e. Ew, wan tiştên ku di warê siyasetê de em li dijin dike. Ew kes bi Hikûmeta meya neteweyî re neyartiyê dike. Ji ber wê egerê, ji alî serok hozekî ve hatiye derdestkirin. Ji me re derdestkirin û radestkirina wî kesê navdar gelek girîg û balkêş e. Ji ber ku ew kes, dijberî me ye, derdestkirina wî jî wek kasayetiya wî di polîtîkeya me, ya navxo de herî girîng e.