Bila mirin were ser laşê min
Gotinên xweş ji gohê te re dibêjim:
Na dimirin ez û tu. Şênahî dikeve rih
Na winda dikim ez vê rih!
Cerg diêşe, bi kêş e
Bêdengî belav dibe
Serî serda li min;
Bîranînên me dikim helbest,
Pê re:
Kor dikim çavên xwe
War azad dikim, bi dlê xwe
Stran tînim ser zimanê dayik.
Ji êvar de, bang dikim xeta sibê:
Navê te b' zelalî tê ser ziman
Xweş dilorînim, rûyê mi l' esman
Gazî dikim, bêol û bê perestgeh:
T' naê! Bîranîn şewite, bê deman
Îro: 10.08.2021 xwedî pirtûk û pirtûk;
Gihîştin hevdû...
Min bala xwe dayê,
Îdî wê jî cixare dikşand
Nizam, bi kîjan derdê
Û bala xwe da esmana,
Min got tu stêrk dibînî?
Na, na nabînim...
Min got: lêêê, tu ewqas dûr î.
Ji stêrkên ne xuyayî zidetir. Dûr î.
Min bala xwe dayê,
Çavên wî, hîn wekê berê.
Bi sirme, hundirê wê reş-reşî bû.
Na, na hez dûr e êdî, ji me.
Em ne bawerin, wer ba hevdû:
Wî war veşartî bû di dlê xwe de,
Min jî wê veşartî, di rihê xwe de.
Ew çû mala xwe,
Ez çûm mala xwe.
Me li esman mêze kir:
Esman ne bi ken. Na li me.
Cî jî kevn dûbê kû waxtak bîkedê evîn
Ba te esman dîgêri û eger bîkedê evîn
Ro dîdê nav pelên darê de dişewitinê mîn
Û tu ra dibê dêçî jî dîlê mîn
Agîr dikevê nav sînorên mîn
Talan û wêran dibe warê mîn