Bila mirin were ser laşê min Gotinên xweş ji gohê te re dibêjim: Na dimirin ez û tu. Şênahî dikeve rih Na winda dikim ez vê rih! Cerg diêşe, bi kêş e Bêdengî belav dibe Serî serda li min; Bîranînên me dikim helbest, Pê re: Kor dikim çavên xwe War azad dikim, bi dlê xwe Stran tînim ser zimanê dayik. Ji êvar de, bang dikim xeta sibê: Navê te b' zelalî tê ser ziman Xweş dilorînim, rûyê mi l' esman Gazî dikim, bêol û bê perestgeh: T' naê! Bîranîn şewite, bê deman
Zaka Kaya
Zaka Kaya
𔓙
Memleket
Cî jî kevn dûbê kû waxtak bîkedê evîn Ba te esman dîgêri û eger bîkedê evîn Ro dîdê nav pelên darê de dişewitinê mîn Û tu ra dibê dêçî jî dîlê mîn Agîr dikevê nav sînorên mîn Talan û wêran dibe warê mîn
Reklam
Îro: 10.08.2021 xwedî pirtûk û pirtûk; Gihîştin hevdû... Min bala xwe dayê, Îdî wê jî cixare dikşand Nizam, bi kîjan derdê Û bala xwe da esmana, Min got tu stêrk dibînî? Na, na nabînim... Min got: lêêê, tu ewqas dûr î. Ji stêrkên ne xuyayî zidetir. Dûr î. Min bala xwe dayê, Çavên wî, hîn wekê berê. Bi sirme, hundirê wê reş-reşî bû. Na, na hez dûr e êdî, ji me. Em ne bawerin, wer ba hevdû: Wî war veşartî bû di dlê xwe de, Min jî wê veşartî, di rihê xwe de. Ew çû mala xwe, Ez çûm mala xwe. Me li esman mêze kir: Esman ne bi ken. Na li me.
Zaka Kaya
Zaka Kaya
Resim