Berken Bereh - An Na
li hêsirên çavên te xewnên min dilikumin
an na
min dê bi derba ewil
ji qurm hilkira dara bêdengiyê ji bajêr
û bi xwîna xwe paqij bikira gemariya li kolanên te
Tu bûyî Zîn Zîn`a Zêdan
Te ez kirim Mem`ê Alan
Nemerd bûn Beko`yê Ewan
Wan te ji min, min ji te kir
Bê te nexweşim bêhal im
Bi evîna te dinalim
Heliyame post çermetal im
Sedem ku min his ji te kir
Bo te şandim sed xazgînî
Minra kes nanî mizgînî
Kî hat gote min tu dînî
Herek kulek li min vekir
Dilê ji ber evîna te, lê, diheliya
Bûye mîna volqanan, dikeliya
Dike qêrîn, dike gazin, dinaliya
Tu ji bo min hem derd î û derman î evîn
open.spotify.com/track/71vXiTrYj...
Evînamin eşqa dile min
Were tekeve mile min
Kilame ji te ra beje dile min
Binihere bibîne hale min
Ketime çi derdî
Van eş û elema
Bi evîna te re dît
Evîna min tu çîçeka min î
Ma qey tu ne emîn î
Di nava dile min de yî
Leyla û Mecnûn
Mem û Zîn
Hemû bi evîna mi re dijîn
Evîna min her wek ya we ye
Bi birûskekî nişkêvayî
dikeve nav demsalan
Dibuşkuve û gul dide .
Dirust li dem û gavên ku
ez
Qirare
fêrî Erûz û qafiyeyên helbestvaniyê bim
Hey Quling,
Bihna bayê buharê
Ser tîpên geşbûnê
Mûma Newrozê û sersalê
Rûmetê evînê, guhdarê derdan tiwî..
Hey quling,
Pênûsa ko li asîmanê Kurdistanê
Tu firandî,
Min bêrya te kirye lê gelekî
Were vir tu bi xwedêkî
Min nehêl li vir sozê bi cîkî
Tu ne bajarî û tu ne kîkî
Bejna te bejna mirovê darê
Tu sipiye ji berfa hekarê
Ebrû ew weke marê teyarê
ji derdê evîna yarê
perîşan im, min sed eman
ji beyanî ta êvarê
şaş û gêj û wek serseman,
wek sersem û wek sewsiya
digerim li çol û çiya
goştê canê min heliya
li hêsirên çavên te xewnên min dilikumin
an na
min dê bi derba ewil
ji qurm hilkira dara bêdengiyê ji bajêr
û bi xwîna xwe paqij bikira gemariya li kolanên te
çend car in diqelêşin dengê min hovemirov
li çend kolana kenê min hate rûçikandin
her ku dibezim melûliya te dibe kelem
destên min ji xemsariya te diqefilin
ne jiyam ji zivistanê pê ve
Ez gerokekî evînê me û
tême ber stara keleha bejna te,
Ji roja roj ve şervanê rastiya bêrûpoş im
û dibim nobedar li ber herdu bircên çavên te
Ji Robardilê xwe berê kelek û keştiyan
didim Robarbihuşta dilê te.
Tu dizanî, tu benderevîna dilê min î,
Lewre îro li dilê min
bûye tofana evîna te û
li ber pêlên evîna bêbinî ketime û
ber bi kendava te ve têm,
Ez bûme Nuhê hemdem,
tu jî ji min re bibe Cûdiyê Miradan
û di dilê xwe yê pîroz de
cih bide keştiya min a li ber
tofana evîna te ketî
Bila vê carê jî ez bibim Nuhê evînê
û ji vê tofanê rizgar bibim û
weke Mem ji bo Zînê, ez jî
di herdu bircên çavên te yên
Belek de bibim cangorî û bila
li ber keleha bejna te ev giyan bibe gorî,
bila bibe gorî da ku Robarên evîn û
azadiyê zelal biherikin ey çav birc û belekê!
Herdu çavên evîndar bircên kelhan in
Jîn û jiyan li navbera awirên wan in
Ma ji çi re ye evîna bê şewat û bejî
Evîn xweş e ku dil pevre bisojin weke rejî
Ger evînê dil kêşiya nava germa cengê
Lingên siwar nakevine rikêb û zîn û zengê
Cerg û hinav ji kul û xwînê dibin tejî
Ku evîndaran çingal avêtin hiş û mejî
Bêhna yaran nefes û nûr û jîn e
Yê evîndar diltalanê weke Mem û Zîn e
Ken û bişirîn heram dibe, cîhan dihejî
Ku herdu sotîdilên kebabhinav pevre nejî
Sotîdilê hezar sale bi şev û roj nalenale
Çendî Mem û Ferhat û Derwêş bûn pale
Mîrê miradan xwe veşart li bin tayê hejî
Dilo tu çilmisî wê kengê ev giyan dîsa vejî
Vejîna evînê li ser singek aram û azad e
Arîn û Barînan dil û beden kirine serad e
Ey Xwedê tu carekê bext bide me jî
Bila ji cure Kulîlkan gulîstana me jî vejî