Şu anda var olan hiçbir şey, hiçlikten gelmemişti ve yine o hiçliğe doğru gitmiyordu. Her şeyin bir hikayesi vardı. Hareket etmeyen şeylerin bile bir hikayesi vardı.
Sidîq Gorîcan berhema xwe a haîkûyan ( li gor derfetê zimanê Kurdî ) li ser hêmanên wî en sereke, xweza û kêliyé avakirye.
Bi berga berhemê kû dîmenek ji biharê, destpêdike, kêlî bi kelî li xwezayê bi vegotunek xweru diherike û bi dîmena dawiya bergê a paziyê diqede . Hema bêje hemî haîkû wek dîmen ru didin. Niviskar zêdetir mila dide ser rêça Matsuo Başo, derdorê raçavdike ,guhdar dike û dike haîkû. Her haîkû dîmena wê kêliyê digire ( #238988138) û tenê tehma wê kêliyê vedibêje. Di haîkûya15( #239547483)û a 22. (#238987852) de şayesandinên nazenîn radestî xwînêr dike . Her wuha bi haîkûyê 32 ( #239547321) û 33(#239547547)dîmena kuçe û kolanên welat digire û dibin bîreke niviskî.
Navê berhemê Gumbil e ku tê wateya kulilka darê a herî jor. Dîsa wek sernava naverokê Gupik bi Gubik Haîkû gotiye ev jê herî kêm wek navê Haîkûyan li haîkûyan hatiye. Berhem bi pêşgotina têr û tijî a cenabê Berken Bereh hê destpêkê de hevî dide xwêner. Ber ku, helbestvanê qedir bilind him qala cureya haîkûyan him jî qala haîkûyê Gorîcanî kiriye. Niviskar di destpêkêde haîkûyek ji yek jî ji avakerê rêzika haîkûyan Başo yek ji helbestvanê me yê hêja Berken Bereh û yek jî ji zargotina Kurdê xemilandiye. Bi îlutrasyonê Zozan Orak û wêneyan be him haîkû piştrastkirye him jî neşxeke nazenîn lê zêde kiriye
Hûrgilî ew qas zêde û cîbicî ne wek tevnekî têkûz dimeşe û biqede.
" ji bo parîk nan keko
ji bo parîk nan
ketim..
ketim rêya dûr
ji ber ku
di zarokên min ên piçûk henin
ji bo wan ketim rêya dûr
ji ber ku ew hîn piçûkin
...
ji çavên day'ka xwe yî
ku xwedê qedera wê, bi teniya reş nivîsî...
ji ber ku ez neferê gelekî xizan bûm
ji ber ku bavê min xizan...
ketim...
di berîka bavê xwe yê feqîr da
du kaxet nîv bûm roje ke bêbext
ji dilê wî da bişkuvîm û ketim"
Xelat ciyeki pur nûre
Şêxo ciyeki pur dûre
Derdê xurbetê pur kûre
Feryad jê narê fırqatê
Dur ketım ji dost-û hevalan
Ah- û zar dıkım ez hin-û ân
Hebun Xelatê gelek qehreman
Feryad ji darê xurbetê
Med , Urartu digel Mitan
Hurri, Pers digel Bizan
Ewan hebun qedim zeman
Feryad ji nasê ahmaqê
Xelat,Xelat ,wey can Xelat
Kengê ji cihê dûr bım necat?
Ger werîm ba te ,weke cennat
Feryad ji eşqa turbetê
Ezım her şâirê naçar
Ezim insanê bê zerar
Kengê axa te bîm qerar?
Ya rab, nazîl ke rahmetê
Te dıpırsım jî gelî û newalên
Çîyaye Sımbılê
Dıbêje: Hey wax,Hey wax.
Mane ew Şervanê mın bû.
Çend roj û şevan mêvanê mın bû...
Mina pılıngek jir û azad,
Erd kır doşek ezman lıhêf,
Lıser singû berê mın raza.
Jı ber vê ye zınar û lat, gır û ber tevde
Dınasın Hevalên Bager.
Ma ez jıwere çı bêjım?
Gellek evîndarê mın hebûn wek Bager,
Her yek ketıbû bêdengîya bê veger.
"her çi qasî îstatîstîk di destê min de nebin jî ez bawer im ku Kurd li medyayên welatên Kurdistan perçekirine bêhtir dinêrin. Kurdên li bakur li medyaya Tirkiyeyê dinêrin, yên li rojhilat li medyaya Îranê dinêrin û hwd. Rast e teknolojî di destê medya Kurdan de heye lê nikarin raya giştî çêbikin, nikarin rojeva Kurdan saz bikin. Rojeva Kurdan jî yên ku Kurdistanê parçe kirine, tayin dikin. Heta ez wiha bibêjim, rast e teknolojî muhîm e, lê ya muhîm ew e ku temaşevan ji te fam bikin. Tiştê ji wan re lazim e divê tu zelal bikî. Îro medyaya Kurdî nikare vê bike. Ez mîsalek bidim, li bakur TV Kurdî ya dewletê heye, bi îhtîmalek mezin xelk ji Kurdistan TV, Rûdaw TV an K24 TVyê bêtir li TV Kurdiya dew- letê temaşe dike. Bêguman dibe ku programên wan dewlemend bin, lê pirsgirêka esasî pirsa janra (forme) bernameyan, janrê muzikejanrê edebî, pirsa ziman, janr enformasyonê û gelek pirsên din in.