Di Hundir De
Xebera te jê heye dîwaro?
Deriyê hêsin, paceya girtî,
Balîfê min, ranzeya min, zincîra min,
Ew a ez ji bo wê çûyîm û hatîm mirinê,
Ew wêneyê xemgîn ê di paşila min de,
Xebera te jê heye?
Ya hatî serdana min, pîvazterk rêkirîye
Bêhna qurnefîlê ji çixareya min tê
Bihar hatiye warê min…
Romî hatin bi lingan e
Firoke dike bombe baran e
Li başûrê dike Enfal e
Talan dike xakê Şengal e
Li Helepçe bêhna sêvan e
Li Werxelê rengê keskan e
Ez hez nakim bêhna sêvan e
Ez xwe nakim rengê keskan e