Min bikujin, lê vê rastîyê ji bizanin ku bi kuştina min bi hezaran kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadîya kurdistanê de canê xwe feda dikim.
Kurdê Kurdistan
Tev şoreş û volqan
Tev dînamêtim
Agir û pêtim.
Sorim wek etûn,
Agir giha qepsûn.
Gava biteqim
Dinya dihejî.
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî.
Kîme ez?
Ez im rojhilat,
Tev birc û kelat.
Tev bajar û gund,
Tev zinar û lat.
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar,
Xurt û koledar.
Ji Rom, ji Fireng,
Di rojên pir teng,
Bi kuştin û ceng.
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kîme ez?
~