Te dıpırsım jî gelî û newalên
Çîyaye Sımbılê
Dıbêje: Hey wax,Hey wax.
Mane ew Şervanê mın bû.
Çend roj û şevan mêvanê mın bû...
Mina pılıngek jir û azad,
Erd kır doşek ezman lıhêf,
Lıser singû berê mın raza.
Jı ber vê ye zınar û lat, gır û ber tevde
Dınasın Hevalên Bager.
Ma ez jıwere çı bêjım?
Gellek evîndarê mın hebûn wek Bager,
Her yek ketıbû bêdengîya bê veger.
Were.. were ser singê min, e gorî te me, textê te pêsîra min e, li ser pêsîra min de rakeve, ezê bibim dergûşa te û ji te re serêlok û pehîzokan bibêjim.
"her çi qasî îstatîstîk di destê min de nebin jî ez bawer im ku Kurd li medyayên welatên Kurdistan perçekirine bêhtir dinêrin. Kurdên li bakur li medyaya Tirkiyeyê dinêrin, yên li rojhilat li medyaya Îranê dinêrin û hwd. Rast e teknolojî di destê medya Kurdan de heye lê nikarin raya giştî çêbikin, nikarin rojeva Kurdan saz bikin. Rojeva Kurdan jî yên ku Kurdistanê parçe kirine, tayin dikin. Heta ez wiha bibêjim, rast e teknolojî muhîm e, lê ya muhîm ew e ku temaşevan ji te fam bikin. Tiştê ji wan re lazim e divê tu zelal bikî. Îro medyaya Kurdî nikare vê bike. Ez mîsalek bidim, li bakur TV Kurdî ya dewletê heye, bi îhtîmalek mezin xelk ji Kurdistan TV, Rûdaw TV an K24 TVyê bêtir li TV Kurdiya dew- letê temaşe dike. Bêguman dibe ku programên wan dewlemend bin, lê pirsgirêka esasî pirsa janra (forme) bernameyan, janrê muzikejanrê edebî, pirsa ziman, janr enformasyonê û gelek pirsên din in.
Ben Memo'yu kendime seçtiğim gün,
Bütün gamları da kendime seçtim.
Gam ülkesinde zafere ulaştım,
Gamların tümü bana teslim oldu
Mem benim olsun, merhamet senin!
Gamlar benim olsun, saltanat senin!
Şahım, benimle ihtilafa düşme!
Ben kendi hisseme razı oldum.
~~~~~~~~~~
Roja weku bir me Mem ji bo xwe
Bi'l-cumle birin me xem ji bo xwe
Mensûr bûyin li kişwerê xem
Xem bûne ji bo me ra musellem
Mem bo min û merhemet ji bo te
Xem bo min û seltenet ji bo te
Şahim bi me ra mebe munazi'
Ez bûme bi hisseya xwe qani'
ez şehîdek bê navim,
tirba min ne xuyayî
şevek teqîn û nalîn,
stêrk a min rijiyayî
belkû serê çîyakî,
belkû ser zinarekî
li ser darekî kizwanê,
min navê xwe kolayî
mirina bi mêranî,
xweştire ji bindestayî...
ez şehîdekî bê navim,
hûn ware min nizanin
li bajarê cizirê li qiraxa wê avê,
carna suka licê me, ku agir dabû navê
li bajarê amedê binê dara çinarê,
sî û sê sipîndarim carna li gola wan ê
Duh min bi hevalekî Agiriyê re sohbetek biçûk kir, min tiştek bi kurdî got û got, "Ez fêm nakim."
Min got ma tu nizanî?
Na ez dizanim lê nikarim biaxivim. Dapîra min bi tenê dizane û wê jî got ku ew bêaqil e, wê got çi hewce ye?
Dema ku mirov vê yekê ji xwe bibihîze, hewcedariya dijminan namîne.