Roja zimanê Kurdî,
15'ê Gulanê ji sala 2006'an virde wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. 15'ê Gulanê roja despêka weşana kovara Hawarê ye. Kovara Hawarê di dîrokan Kurdan de cîhekî taybet digre. Hawar; kovara yekemîn ya bi Kurdîya bi tîpên Latînî ye û bûye despêka pêşveçûna zimanê Kurdî.
Kovara Hawarê 15'ê meha Gulanê di sala 1932'yan ji alîyê Celadet Elî Bedirxan li Sûrîyê li bajarê Şamê hatîbû weşandin û hetanî 15'ê Gelawêja 1943'yan berdewam kiribû.