Gelî mîr û axano! Gunehê zarûyên we wê stûye we be. Ûn jî zarûyên xwe rêkin bidin xwendin. Dewlemendên we bila gunda de mekteba çêkin, riya Xwedê de xêra bikin... Gelî mîr û axa û Kurmancno! Dinya zane kurd camêr in. Lê vê zemanê ha de şer bi camêrî tenê nabitin... Hekî we guh neda van nesîhetên min, hekî dîsa hûn şivanî û rêncberiyê tenê bikin, zemanek hindik de Kurdistan wê yekcar xira be...