SEYDA Û XEYDA
Di destê minde melhêbe
Didêrim bêndera kayê
Cihan tev toz û dûmane
Hemî jîn çûye ber bayê
Di vê germê, di havînê
Kiyê tîna me bişkênê ?
Heye çil sal ko tihnîme
Te tî hiştim li ber çayê
Bi bejna tey elîfî ez
Heye çil sal ko faldarim
Ji bextê wek du biskê reş
Di fala min elîf nayê
Eger xeyda bidî Seyda
Ji lêvan şerbeta sêvan
Ji rêve dê qiyamet bî
Li Misr û Şam û Bexdayê
Me dil danî li ber tîra
Eve karê we dotmîra
Ji wan çavên reş û mêrkuj
Ji dil keyber te berdayê
Bi wan reşbiskê miskînî
Nekuj min jar û miskînî
Di bextê tew xwedêde ey
Emîr û begler û şayê !
Cigerxwînê bixwîne ey
Delala nazik û dilber !
Tu van ristên xweş û şêrîn
Bi saz û cumbiş û nayê !
CEGERXWİN