Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

152 syf.
9/10 puan verdi
Hin pirtûk hene ku xwînerên xwe bi xwe re dikin bende heta ku xwe bidin qetandinê, ji wan yek jî ev pirtûka Helîm Yûsiv a bi navê 99 Morîkên Belavbûyî ye. Helîm Yûsiv di pirtûka xwe de li ser pênaberîyê û derrûnnasîya wan, şerê mîta bav û lavan, û têkiliya jin û mêran piranî disekine. Bi taybetî jî derûnnasiya  lehengên romanê bi awayekî hostatî hûnandiye nivîskar. Serlehengê me Azad e. Dêya Azad di dema welidandina wî de dimire. Ji ber hindê xwe ji mirina dêya xwe sucdar hîs dike. Dûrî ji germahî û dilovaniya dêya xwe mezin dibe. Di her jinê de dêya xwe digeriya. Ji vana yek jî Bêrîvan e. Ew rûyê dêya nedîtî di rû û bişirînên Bêrîvanê de didît. Ew jî wala derdikeve. Bêrîvan bi yekî din re dizewice. Di navbera bavê û yê wî de jî hin cara germahî hin caran jî sermayî çêdibe lê bi awayekî aram. Ji ber bûyerên sîyasî mecbûr dimîne welatê xwe terk dike û ber bi pênaberîyê diçe Almanyayê. Demeke kurt li kampekî de jiyana xwe didomîne heta ku kaxeta cîdestxistinê digire. Kaxeta wî tê û ew jî wek her pênaberekî dersa zimanê almanî digre û dibe wergerê penaperan. Di qursekî de Sandrayê nas dike û hîse ku ji di Bêrîvanê de digeriya di Sandrayê de jî digerîne. Bi Sandrayê re dizewice û di demek şûnde hev berdidin. Keçekî çê dibe di vê zewacê de. Dana. Keça xwe dişibîne dêya xwe... Her tim dêya nedîtî di rûyê wan de digeriya. Armanca jiyana wî ev bû... Biborin min hinek spoî dan, lê ewên ku min nivîsîn di romanê de %5 nagire. Ez vê pirtûkê bişîddet pêşniyar dikim. Roman bi terza post-modern hatiye nivîsandin ji ber vê hin motîn ku romanê de derbas dibin divê baş were fêm kirin ku pirtûk jî were fêm kirin. Mînak; Marên Kesk Balinde oedipus
99 Morîkên Belavbûyî
99 Morîkên BelavbûyîHelim Yusiv · Peywend Yayınları · 201547 okunma
··
253 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.