Gönderi

Ji wesyetnameya Qazî Mihemed, 10 şîretên girîng
1-Bi navê Xwedayê xwe û Resûlê wî bawer bikin. Perestiyên xwe, oldariyên xwe, bi dil û bi wext bi cîh binin. Ji ola xwe, ji oldariya xwe sar nebin. 2-Yekîtî û hevkariya navbera gelê xwe biparêzin. Xerabiyê, bêbextiyê, xayintiyê, bi hevdû ra bi xwîşk û birayên xwe yên Kurd ra nekin. 3-Ji bona ku dijminên we, we bi ramyar û siyasetmedarên xwe yên xapînok û ziman xweşmnexapînin; dibistanan, zanîngehan vekin. Perwerdehiya xwe û Gelê Kurd bilind bikin. 4-Bi dijminên xwe nexapin. Bi girîngî jî bi Eceman nexapin. Ji ber ku gelê Ecem; dijminên yekitiya me ne, dijminên Ola me ne, dijminên gelê me ne. Dijminên Ala me ne. Dijminên welat û niştimanê me ne. 5-Li vê dinê ji bona jiyaneke kin, bêrûmet û ne hêja, xwe û birayên xwe nefiroşin dijminên xwe. Dijmin, dijmin e. Dijmin mîna mar e û bi dijmin bawerî nabe. 6-Bizanin ku bêbextî û xayintî, li hember kî bê kirin bila bê kirin, zûh dizivire û dîsa xwediyê xwe dibîne. Bi hevdû ra rast bin, ne bêbext bin, ne xayin bin. 7-Ku yek ji we di kar û xebatên xwe da ne bêbext be, bi wî kesî ra alîkar bin. Bi dest wî bigirin. Nebin sîxurên dijminên xwe. Veşarî û nihanên xwe û gelê xwe, ji dijminên gelê xwe ra eşkare nekin. 8-Di Hosînameya min dantiştên ku min ji bona Camiyan, ji bona Nexweşxaneyan, ji bona Dibistanan, ji bona Fêrgeh, zanîngeh û komelan, ji bona hemî saziyên; hunermendan, helbestvanan, destbikêran, bazirganan, pîşekaran, nivisiye bi cîh bînin. 9-Mina hemî gelên Cihanê hûn jî, ji bona ku hûn ji bindestiyê, ji bendeganiyê rizgar bibin, li hember dijminên xwe, têkoşîneke bê hempa bikin. Têbikoșin. Ku welatê we hebe, her tiştên we heye. Ku welatê we hebe hun ê azad bin, hun ê bi serkevin. Ku welatê we tune be, tiştekî we tune. 10-Ji deynê Xwedayê min, ji canê min, wê da, ji tu kesan ra, ji tu saziyan ra deynên min stuxwariya min tune ye. Ku mirovek an ji saziyek derbikeve û beje; "Deynê Pêşawa Qazî Mihemed ji min ra heye." Malên min pir e. Mal û melalên malbata min jî pir e. Çi bixwaze, bi qasî du mafên wî bidinê. Bila ew jî li min mafên xwe fihêl bike, helal bike. Ez, Qazî Mihemed. Sûxrekarê gelê xwe, ez jî Mîna helbestvanê Kurd, Sadî Şîrazî ku di helbesta xwe da nivisiye û gotiye; Mirazên dilê min ev bû, ev nesîhet bû, min ji we ra got. Ez we li hêviya Xwedayê we, li hêviya Xwedayê giştî Aleman dihêlim. Bi xatirê we. -Sûxrekarê Dewlet û Gelê Kurd Pêşawa Qazî Mihemed
Sayfa 40
··
971 görüntüleme
Merdo Erdoba okurunun profil resmi
Gorbihişt her tiştî gotî ye, ji Ehmedê Xanî heta niha tiştek nehatiye guhertin. Carekê rêzdar Osman Baydemir gotibû: " êdî kurd ne Kurdê berê ne, êdî giyayê hewşê ne tehle." lê mixabin ne wanî derket û Osman Baydemir jî niha li surgunê ye û kurd bi qûrbana Kurdên berê bin.
1 önceki yanıtı göster
Serhevde okurunun profil resmi
Te rast gotiye mixabin em ne wek berê ne. Li ser şopa bav û kalên xwe naçin
1 sonraki yanıtı göster
Bu yorum görüntülenemiyor
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.