Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

200 syf.
·
Puan vermedi
·
9 günde okudu
Mihemedê Hacîzade, meleyekî xelkê Tehranê, temenê wî derdora 45 salan ji ber fikrên xwe, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê hatiye "xelî lîbaskirin" ji meletiyê tê dûrxistin. Mihemedê Hacîzade ji ber rejîma Îranê direve tê Parîsê daxwaza mafê penaberiyê dike. Ferhad wênesazêkî kurd e, û ji Hewlêrê ye, ew jî ji ber şer û pêvçûnên li welatê xwe bêçare dimîne û tê Parîsê mafê rûniştinê digire û dibe hemwelatîyê Fransa yê.Li Hotêl Auropa kar dike û wênesaziyê dike, wêneyên ku çêdike li galerîyan difiroşe. Monsieur Luciana bi eslê xwe cihûyekî Portekîzî ye. Mal û serweteke wî yî pir zêde heye, xwedîye Hotel Europa û çend hotêl, apartman û dermanxaneya ye û akademîsyenî yê jî dike. Lehengên sekereke ên romana me ev her sê kes in. Vebêjerê romanê Ferhad e.Roman bi piranî bi diyalog û monolog ên ku dinavbera van her sê kesan derbas dibin de hatiye honandin. Ferhad li Parîsê Mihemedê Hacîzade nasdike û dostanîyek dinavbera wan de heye. Ji ber bêçaretî û hejartiya Mihemedê Hacîzade, Ferhad hertim dixwaze alîkariya wî bike û jê re karekî bibîne Hacîzade ji ber ku hemwetîtiya Fransayî negirtiye karekî baş ji xwe re nabîne û li lokantayan firakşotiyê dike. Bi xwestina mêrikekî fransî yî pîr bi pereyekî zêde pê re homoseksuelîyê dike.Ku ev merik dimire Hacîzade carek din bêkar dimîne û li kafeyan falbêjîyê dike. Ji bo çar mehan Ferhad ji hotêlê vediqete û Hacîzade li şûna xwe de dixe karê hotelê. Jiber ku Hacîzade pir dişibe Monsieur Luciana ew pasaporta xwe bi hev diguherînin. Luciana bi pasaporta wî diçe Îranê. Hacîzade meleyê Îranî ji bêçaretîyê ji kesayeta xwe dûr dikeve û tiştên ji îslamîyetê dûr dike. Penaberî wî ji nasnameya wî ji çand û exlaqê wî dûr dixîne. Ev kirinên wî zor û zehmetiya penaberîyê nîşanî mirov dide. Monsieur Luciana patronê Ferhad xwedîyê Hotêl Europe. Lê di navbera wan de ne têkiliya patron û karkerekî, hevaltî û dostanîyek hebû. Ji ber vê hevaltiyê wan behsa çîrok û meseleyê jiyana xwe dikirin. Luciana behsa evîna xwe û Zîba ya Îranî ji Ferhad re dike. Zîba xwendekareka Îranî ye li Parîsê. Evîndara Luciana ye ku piştî car salên xwendekariyê vedigere Îranê. Sebebê ji hev veqetandina wan ola her du kesane ku yek Misilman û ê din Yahûdî ye. Luciana ji bo ku cudabûn û hesreta Zîba yê sivik bibe, lêkolînên akademîk dike li ser rojhilatzanî û Îranîzanî yê. Tenê lêkolînên akademîk êşawîyî evîndarîya sivik dike. Lêkolînên wî gelek bawernameyên rêzgirtinê û xelatên cur bi cur digirin. Ew van lekolîn, serkeftin û xelatên xwe wekî malê Zîbayê dibîne. Di dawîyê de dev ji mal û milkê xwe berdide bi pasaporta Hacîzade ji bo Zîba yê bibîne diçe Îran ê. Ferhad wenasazekî kurd li Parîsê li Hotêl Europe kar dike. Û ji xeynî kar wênesazîyê dike û van wêneyên xwe difroşe. Ferhad mafê rûniştinê li Fransayê digire. Jiyana wî wekî ya Hacîzade bi zor û zahmetîyên giran derbas nabe. Her çiqas jiyana wî baş derbas bibe jî ew penabere li Parîsê û malbata wî li Hewlêrê ye. Piştî deh salên li Fransayê ew jî vedigere Kurdîstanê. Em di romana Hôtel Europa de bi çîroka Luciana katlîama Nazîyê li hember Cihû'yan, bi nasnameya wî ya akademîsyentiyê lêkolînên rojhilatnasîyê(oryantaliz) , bi evîndarîya Zîbayê negihîştîna du evîndarên ji ol û çandên ji hev dûr û cuda dibînin. Em bi çîroka Hacîzade hişkbûna rejîma Îranê, veguherîna mirovan ku ji asteke bilind ji bo berjewendiyên xwe dikeve asta herî kirêt, zor û zehmetîyên penaberên rojhilatî li rojava û şer û pevçûnên di nav dewletên rojhilat de dibînin. Bi çîroka Ferhad em şerên li Îran û Iraq ê dibinîn. Ji ber van şeran û dîktatorîyên van dewletan, gelên rojhilat dev ji welatên xwe berdidin û dibin penaber li rojava. Her çiqas mirov rewşenbîr be jî û hemwelatiyê rojava be jî mirov xwe aîdî wir nabîne. Rojava ji penaberan re wekî hotêlekê tê dîtin. Nîşe: Di dawîya romanê de nivîskar diyar dike ku tevahiya bûyerên vê romanê serpêhatiyên rastî ne û karakterên romanê heta niha zindî ne.
Hôtel Europe
Hôtel EuropeFerhad Pîrbal · Avesta Basın Yayın · 201232 okunma
··
205 görüntüleme
Serhevde okurunun profil resmi
Te xweş nivîsiye destê te sax be 👏🏼
welat okurunun profil resmi
Spas. mamoste lê bi ya min li gor romanê hêjî kêm e.
5 sonraki yanıtı göster
welat okurunun profil resmi
Spas ji we hevalên ku parve kirine û xwendine r re.💐
Bu yorum görüntülenemiyor
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.