Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Nivîsa li ser Azadîyê (Hebek Dirêj e)
Azadî Ev mesele gelek giringe ku sedem wê kurtahîyê naxwaze. Heger ku azadî ew tişt be ku “bi şerta ku mirov ne keve heqê kesên din mirov çi bivê/bixwaze dikare bike” em hemû bindest in. Sedem ku em hemu bin hinek tiştan de girêdan e. Ka em lê binêrin em bi çi ve bi çi de girêdan e. Em hêj destpêkê de bindest in. Bindestê li ser ramana. Ku em girêdayîya hebuna mal û malbata xwe ne. Çawa dibe? Wulo bibêjim; heger ku em bikaribin bêjin Azad in em gere hêj destpêkê de me wê malbata xwe hilbijarta. (ev fikir û raman gorey gotina ““bi şerta ku mirov ne keve heqê kesên din mirov çi bivê/bixwaze dikare bike” têne gotin.) Gelo kîjan j ime hêj ne hatî li vê dinyaya xirab got dixwazim vê malbatê û vê bajarê werim û bijîm. Bawerim em nikarin xwe bixapînin. Em nikarin bibêjin ”min hilbijart.” Me hey ali vir çi fêhm kir? Em hêj destpêkê de ne Azad in. Û paşê em li civatê de Azad in gelo?Werin em li wir jî binêrin. Destpêkê de em vê jî bipirsin “kîjan civat?” erê kîjan civat, civata Sofîya civata Meygera cıvata Bê Dîna civata Cihûya yan ya Êzidîya? Ka kîjan? Vê bi pejirin ku em girêdayî ya vê ne jî ku ev jî me ne hilbijart. Çawa ku dê û bavê me jî ya xwe ne hilbijartîbe me jî ne hilbijart. Werin em ji ve derî de dr bikevin û herin derîya din a li ser civatê… Gelo em dikarin kûderê bixwazin biçin/herin? Evana jî li her derî ne eynî ye dizanim lê gere mirov li ser giştî bihizirîne. Û giştîya cîhanê li ser vê mijarê de bindest in. Mirov nikare azad here Welatê cîran jî, ka wê çawa em bikaribin herin hemû dera? Em li vir de bindest in. Çiqas Bindestê welatê malbata xwe cıvata xwe bin we qas jî bindestê û girtîyê rist û distûrên welatên dîne jî. Hee ev pirs tê bîra mirov de “wexta ez bikrabinim xwe ji van rist û distûran azad bikim ma ez azad nabim?” Mixabin “na” difikrim. Wexta em ji van azad bin jî ka wê hingê emê bikaribin xwe rist û distûrên qanûnên xwezayê jî azad bikin. Ka kîjan me dikare bê oksîjan bijî kîjan xwestekar dikare bê wesita bifirê, kîjan me dikare ji bilî dinyayê bijî.(ne kul i pey erebok û xemila tenê bi xwe û bi laşê xwe ve) Evana tiştên ku me gotî hemû li ser gotina azadîya (ku me jor de jî gotî) “bi şerta ku mirov ne keve heqê kesên din mirov çi bivê/bixwaze dikare bike” me got. Yan bi fikr û ramanan de her dem mirov dikare azad be. Lê ewana jî bi girêdayî der û dor ê me têne teşe girin. Û em dikarin vê bêjin ku Azadîya herî mezin ewe ku mirov xwestin, xeberdan, geran, hezkirinên xwede ne bindest bin. Ku ewana jî li vê dinyaya denî û nizm nayên sitandin. Seydayê Bedîüzzeman Seîdê Kurdî digot “bê nan dijim lê bê Azadî najim.” Azadî ne ew tişte ku li pey pera li pey gera li pey hevala bikare dest bi kar bînin. Azadî ewe ku ne ji der û dora xwe ne jî ji xwe girtî bin bindest bin, ewe ku kes ne kare li ser me lîstikan bilîze, ne em bibin xulam ne em bikin xulam, Tiştên em dizanin û ne zanîn tiştên ser hişê me de û bê hişê me em dikin ji wan hemûya xwe azad bikin û kesên nekin bindest. Azadî tiştek wulo mezine ku ev dinya têra wê nake. Tiştek welê ronak e ku çavê me nikarê wê baş bibîne tenê ji dûr ve em dikarin lê binêrin. Azadî tiştek zehf bihaye û sixteyên wê jî gelek zêdene. Hun xwe bizanibin ku Bi xeletî bindestîye negirin bi navê Azadîyê….
··
319 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.