Gönderi

NEKE
Min bihîst ku te biryar daye me biterikîne, neke! Tu ber bi yar û dostekî din ve diçî neçe! Tu li cîhana biyanîyan çi digerî xerîbo? Mebesta te ji kîjan dilxwazê ​​nexweş e neke! Me, nedize me, ji me nedize, neçe wan diyaran! Tu ber bi kesên ku hatî revandin re nezerê dikî, neke! Ey heyv! Felek ji bo te ji hal ketiye, serûbinî buye. Tu me jî wisa ji hal dixe, serûbinî dikî, neke! Ey kesê ku li cihekî ser bi hebûn û nebûnê ve, Tu qada hebûnê diterikîne, neke! Tu rûyê xwe bizivirînê, dê heyv ji xema reş û tarî bibe, neke! Tu hewl dide mala heyvê xirab bikî, neke! Ku tu ziwa bibe dê lêvên me jî ziwa bibin. Ger hêza te nebe ku li dijî evîndaran berxwe bidî, Tu çavên me wisa tije hêstir dikî, neke! Çima naxwe ji evînê matmayî dimîne, nemîne! Ey kesê ku bihûşt û dojeh di dest de, bihûştê li me dikî dojeh, neke! Jahra di nav şekirdang de zirarê nadê me, Tu wê jahrê bi şekir re dikî yek, neke! Tu kêfa me tîne, aramiya me diçe wisa. aramîya min xirab dikî, tu min edem/mehf dikî, neke! Çavên min î tevî heramiyê bûne, dizîyê xweşikbûna te ye, ey kesê digihîje dizîyê, tu dizîyê dikî, neke! Ne dema axaftin û gotinê ye, ey hevalê min! rabe raperînê... Çi ye? tu bêhiş ketina evînê de gêj dibî, nebe!
Mevlana Celaleddin-i Rumi
Mevlana Celaleddin-i Rumi
Werger: Çiyager
··
1,073 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.