Gönderi

128 syf.
10/10 puan verdi
Haya we ji we hebe!!! SPOİLER zehfe vê lêkolînê da. Ev pîrtûka hanê min bi dîyarîya kekê
Serhevde
Serhevde
xwend û ji boy dîyarîya wî gelek hêja, dîsa spasîyên xû jêra dişînim. Vê pirtûkê behsa jîna Pêşawa Qazî Muhammed dike. Qazi Muhammed kû berê Komara Mehabadê ava kirîye û buye Pêşawa Komara Mehabadê û gele Kurd. Û li ber çav û dilê min hêjî pêşewayê gele kurde. Gelê Kurd; zarok, Ciwan, kal û pîr hewceye dîroka xû qedîm baş nas bikin. Yekî weka Qazî jî ji boy kû nas bikin dikarin vê pirtûkê bixwinin. Ji boy naskirina yeki weka wî jî ez divêm ev pirtûk hêjî kêm disekine lê belê ji boy naskirina wî jî gav e ke gelekî başe. Pirtûk soz a Qazî, kû daye Gelê Kurd û Doza Kurd destpêdike. Bi wê helbesta Nadir Qazî balkêş kû gotîye du caran du an du heb du nabe çar dibe yek( 2+2=1 ), bi pend( nesîhet, şîret ) ên ji boy kurda û hosîname( wesîyetname ) ji boy gelê xû nivîsîye berdewam dike. Bi dû re behsa jîna wî şexsî dike kû sala 1900 de Mehabadê ji dayîk bûye, ji malbetekê nasbûyî derketîye. Xû bi alî ilmê vê pêşxistîye. Û bûye dadger( hakim ). Bi Mîna Xatûn ra zewicîye. 7 keç û lawekî wî çêbuye. Bi 7 zimanan dikaribûye bi axive. ( Kurdî, Farisî, Erebî, Înglîzî, Ûrûskî, Frengsawî û Esperanto ) Bi dûre behsa avakirina Komara Mehabadê dike. kû piştî Azerî seri hildidin ew jî 12 ê meha kanûna pêşî serî hildidin bi pêşewatîya Qazî, 22 yê kanûna paşî serhildan a xû li serî dixin, li bajarê Mehabadê li qada Çarçira Sirûda Kurdan "Ey Reqib" dixwînin û Komara Mehabadê ava dikin. ( Ey Reqib sala 1938 da bi destên helbestvanê Kurd Yunus Rauf tên nivîsin) Di yanzdehê meha sibatê ya 1946 de civîna parlemena Mehabadê bi 30 Kesan ava dibe û di vê civînê de serokwezir, serokê hêzên zebtî, wezîrê aborîyê.... Tên bijartin. Bi dû re rojname, radyo yên kurdî, weşan ên kurdî dertên. Ciwanên Kurd dixwînin. Lê mixabin û sed mixabin ev Komara Mehabadê pîroz, piştî yanzdeh mehan bi destê Eceman tên xerakirin, paşî lê tê. Ji boy kû li Komara Mehabadê tevkûjîn çênebe Pêşewa Qazi Muhammed, birayê Qazi; Sadrî Qazî, û pismamê Qazî; Seyfî Qazî radestî( teslîm ) Eceman divin. Di dadgeha ji boy wa ava bûye, Dadgeha Eceman da Qazî Muhammed, Sadrî Qazî, Seyfî Qazî, li ber Serdadger ê Dadgehê jî û li ber Dadgeha Eceman jî tû car natewin bi rûyekî spî jî ji dadê dertên lê belê ji boy ku Serdadger û Dadgeha Eceman frotayî bû mixabin ji dadgehê qirarê dardakirina her sê delalîkên Kurda dertê. Û berî wa dardabikin Qazî Muhammed hosîname ji boy gelê xû dinivîse û di dawîya hosînamê de wisa dibêje: " Lê bila, jinên Kurdan, dayîkên Kurdan negirîn. Bila rondikê Çavan nebarînin. Bila kevirek li serê tilîkeka zarokekî Kurdan nekeve. Bila nikulê mirîşkeke Kurdan xwînî nebe . Bila Qazî Muhammed jî Kurdîstan'a azad ra, bi qurban be. Wê demê bila Qazî Muhammed jî, tune be. " Û her sê delalîkên Kurda qinc li çevên xû napêçînin û berî kû Ecem li kusî yên binê pî yên waxin, ew pîy ên xû lêdixin û bi şehîd dikevin. Rehma Xwedê vê Rojîya Remezanê li ser wa û tev mirîye me be( amîn ) Parantêzekî jî ezê li Mele Mistefa Barzanî vekim. Di vê doza Qazî Muhammed de wî û pêşmergeyên wî jî Qazî Muhammed bi tenê nehiştine. Zimanê pirtûkê gelekî hêsane û rehete. Xweş tên fehm kirin. Daxwazîya min ji we vê pirtûkê bixwînin û bidin xwendin ji boy kû em diroka xû hinek din jî nas bikin. Ev lînka helbesta 2+2=1 e : youtu.be/JBppiObjlLg Ev jî lînka hosînama Qazî ye lê mixabin bi Tirkî ye: youtu.be/WuzXuqWrT2k
Qazî Muhammed
Qazî MuhammedBazê Kal  · Yöneliş Yayınları · 201933 okunma
··
954 görüntüleme
Serhevde okurunun profil resmi
Spas xweş bira destê te sax be
Memet okurunun profil resmi
serbilindî û şanazî.
Miheme okurunun profil resmi
Spas dikim Keko
porsorê Nuvîn okurunun profil resmi
2x2=1🇹🇯 Dest û dil saxbê û spas giyan
Miheme okurunun profil resmi
Saxbî. Her hebî. Ez jî spas dikim ji bo şîrova we.
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.