Gönderi

88 syf.
·
Not rated
"Nasnameya min di devê min de ye"
... Berîya pirtûkê ez dixwazim piçek qala nivîskarê me ji we re bikim. Nivîskarê me Rojen Barnas li Farqînê navçeya Amedê sala 1947 de (pê tam emîn ninim) hatiye dinyayê. Navê wî yê rast Mehmet Gemici ye. Ji Enstîtuya Hevotin ê perwende (mezûn) bûye. Serê sala 1970 an de di nav tevgera Kurdan de a bi navê DDKO (Devrimci Doğu Kültür Ocakları) cîh girtiye û paşê hatiye girtin. Piştî derbeya 12 ê îlonê çûye derveyî welêt li Îsveç ê bi cih bûye, hîn jî li wir dijî. Rojen Barnas bi navê Filîtê Totanî di kovara Tîrêj û Hêvî de çîroka nivîsandiye û pirtûka Hingê jî berhevoka wan çîroka ne. Di pirtûka de penc çîrok û bîranînek heye: Te vî zimanî ji ku derê anî, De were binivîsîne, Heft xwezil bi wan roja, Şîfa bi Xwedê ye, Ka merivatî ma ye?, Hecî Mihemed Eliyê Qelşo (bîranîn) Barnas her şeş nivîs jî bi şewazek pêkenî (mizahî) radigihîne xwendekaran. Min divê pirtûkê de çîroka "Te vî zimanî ji ku derê anî" û "De were binivîsîne" pir eciband. Barnas "Te vî zimanî ji ku derê anî" de ser mijara asîmîle bûna ziman disekine. Mirovên ku ji bo ziman têkoşîn dikin çawa bi demê re di bin zexta çand û zimanê serwer de dimînin, zimanê serwer dipejirînin û bêyî ku hay jê hebe zimanê xwe ji bîr dikin. Lê belê, rewş halekî trajîkomîk digire, ji ber ku kesên ku vî zimanî bikar tînin haya wan ji tiştê ku dikin tune. "De were binivîsîne" de jî ser cudabûna peyvên Kurdî disekine. Hevalên Filît yek ji Qerejdaxê, yek ji Colemêrgê, yek ji Farqînê, yek ji Dêrikê hwd. li ser bêjeyan raberizîn (minaqeşe) dikin. Gava ku sire tê peyva axaftinê hevalê Dêrikê dibeje: "Li temamê dorhêla Mêrdînê û li Ciyarbekrê 'peyivîn' tê bikar anîn. Piştî ku Ciyarbekrî jî "peyivîn"ê bikar bînin ew çax mersele namîne." Ez pir ber vê hevokê ketim çimkî em niha li Amedê mêze dikin yek bi rastî zimanê xwe neaxive (mixabin ez jî ji wan yek im) ji zimanê xwe eyb dike. Lê ziman hebûna me ye. Divê ku em bi zimanê xwe bijîn, bi zimanê xwe hez bikin, nan bixwin, razên, bileyîzin, xeyal bikin. Û divê ku em wî pirtûkê bixwînin, Kurdiya xwe pêş bixin. Nebin mîna Siloyê Sarê. Gava ku we xwend ewê hûn pir bikenin garantiya wî didim we :) Min Rojen Barnas saya
Murad Arık
Murad Arık
bi pirtûka "Heyv Li Esmanê Diyarbekirê"nas kir. Ji bo wî û ji bo pdf ê spasên xwe ji birayê Murad re pêşkeş dikim. Helbestên Barnas jî wek çîrokê wî pir xweşin. Heta ji alî Ciwan Haco helbestên bi navê "Min navê xwe kola li bircên Dîyarbekir, Serbûrîyek, Dîlbera Qeşeng, Sira Sibê" hatiye bestekirin. Ezê pirtûkê wî yên din jî bixwinim û dizanim ku ezê qet poşman nebim. Dibe ku xelet nivîsandibim, ger xeletiyek min hebe bibexşînin. Bi hêviya serbilindî û dilxweşiyê. Bi Kurdî bimînin :) Û ev stranan diyariyê we xwendekarên hêja dikim :) youtu.be/TK5dcDPEiF8 youtu.be/o49LLBzOhuA
Hingê
HingêRojen Barnas · Nudem Yayınevi · 199733 okunma
··
58 views
Miheme okurunun profil resmi
Te lêkolîna yan jî nasnameya( zimanê me pir dewlemende ) vê pirtûkê gelek xweş kirîye, kesên ku pirtukê nexwendibe jî dikare piştî vê nasnameya te bighîje biryare kî. Destê te saxbe xwuşkê.
Astêrkia ✓ okurunun profil resmi
Erê erê pir dewlemend e. Ji ber wî dewlemendiyê tu nizanî pirtûka de çiqas gengeşî derdikeve. Heta nivîskar di cihek de dibêje "li ser bêjeya 'firingî' haşer çêbû" :)) Ecibandina te min kêfxweş kir bira, spas dikim.
Rover okurunun profil resmi
Her tişt xweş bû lê çima ti jî “yek ji wan”î çima zimanê xwe neaxifî?
Astêrkia ✓ okurunun profil resmi
Spas bira, diaxivim lê pir baş neaxifim ji bo wî min got ez yek ji wan im.
2 next answer
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.