Gönderi

56 syf.
·
Not rated
Min pirtûkekî çîroka, ji boy zaroka hatiye nivîsîn, qedand. Lê nebêjin pirtûka çîroka ye, ji bona zaroka hatîye nivîsîn û wisa derbas nekin, vê pirtûka gelek hêja. A rastî min vê pirtûkê di zaroktîya xû de jî xwendibû. Lê piştî demekî, mirov edî tişta ji bîr dike û min jî naveroka vê pirtûkê ji bîr kiribû, tiştê ku tê bîramin ku pirtûkekî zehf hejabû, ji ber wê min cara duyemîn xwend û ez ne poşmanım jî. Min serê we zehf êşand ez dizanim, haya min jê heye :) lê hama van gotina ji dilên min derket min jî got ezê binivîsînim. Pirtûk ji ber ku min bı tirkî xwend, ê di nav lêkolîna min de jî hinek peyvên tirkî ê derbas bibin mixabin. Ji boy vê qûsûra min, biborînin. Pirtûkekî gelek qinê, lê dirub didê ku ê lêkolîna min direj be. Ezê pêşî behsa nîvîskarê pirtûkê bikim, hêja ezê behsa pirtûkê bikim. Oscar wilde, gelekên mirova bi wê helbesta wî kû Tuncel Kurtiz dixwîne, nas dike( Oysa herkes öldürür sevdiğini youtu.be/XPC7La-244E ) Oscar wilde mirovekî Îngilîze û di sala 1854 a li Dublînê hatîye cîhanê. Hewka bese dirêj nekim :) Naveroka pirtûka "Mutlu Prens" de 5 hev çirokê zehf xweş hene. Di nava tev çîrokên xu de lawir( heywan ) û tiştan( eşya ) dide xeberdan weke ku mirov xeber bidin. Û fikr û ramanên weka hevaltîyê, xudbînî yê, evîn ê û hîsên her wiha tev jî, li ser eşya û lawiran, di pirtûkê de tîne ziman. Di çîroka yekemîn de behsa peykerê mîrza kî dike û berdewam dike. Çiroka duyemîn û a pêncemîn naveroka wa hama bêje eynî yê, lê bi du heb sernivîsên cûda hatîye nivîsîn. hûn ji min bibirsîn ne hewce bû. Çîroka pencemîn hebûya a duyemîn tûnebîya jî ne girîng bû. Di her du çîrokan de behsa xudbînî(bencillik) û behsa hevaltîyê dike. Lê zîmanekî nivîskar bi nûkte(espri) û rexne(eleştirel) heye. Hin cîya te dide kenan din, hin cîya jî te dide fikirandin. Di çîroka sêyemîn da behsa başî, zarokan dike. Zarokan tîne wateya gul, beybûn û biharan. Û ji boy min jî wisaye Di çîroka çaremîn de jî behsa eşq, evînê dike ku pêşî mirov bi eşqê ra digre û paşya, bi xwezîya mirov dernayê. Dû re jî ew eşqa ku mirov ra hewka wateye, êdî dibe tiştekî bê watê. Cîhê wê watebûn a eşqê, edî weka felsefe û mantiq digre. ‌Bikurtî zehf çîrokên xweş bûn. Hûn ji min bipirsin, ez pêşnîyarî we dikim. Wekî ku nivîskarê pirtûkê, Oscar Wilde di nava çîroka dawî, a pêncemîn de bi zimanekî rexne dibêjê çîrokên ku mirov ders jê hilneyne ne ti çîrokin. Rastî jî wisaye. Her pênç çîrokên wî jî gelek dersan dide mirov. Ezê jî dawî ya pirtûke bi jêgiran(alıntı) e kî pirtûkê, vê lêkolînê biqedînim. Jêgiran ezê bi tirkî binivîsînim, min bi bexşînin dîsa. " Korkarım onu kızdırdım," diye cevap verdi Ketenkuşu. "Ona ana fikri olan bir öykü anlattım" "İşte bu, daima son derece tehlikelidir," dedi Ördek.
Mutlu Prens
Mutlu PrensOscar Wilde · Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları · 202223.3k okunma
··
118 views
Astêrkia ✓ okurunun profil resmi
Bi rastî hin çîrokên kin hene lê peyamên ku didin mirov pir bi wate ne (mînak: Küçük Kara Balık). Divê ku mirov nebê çîrok û derbas nebe. Û hin lêkolîn jî hene pir serkeftî ne mîna lêkolîna te. Dest û dilê te sax be bira te pir xweş nivîsandiye :)
Miheme okurunun profil resmi
Ji boy vê şiroveyê zehf spas dikim, gelek kêfxweşbûm. Her hebî Xwûşkê.
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.