Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Îbo Begê Parsînî
Ez ê îro we ra qala çîroka Îbo Begê Parsînî bikim. (Lînka stranê bi jêrnivîsa tirkî li jêr e.) Îbo Beg li Parsîna Erziromê dijî û bi mêrxasiya xwe gelek navdar e. Xaçik xulamê wî ye û ji zaroktiya xwe li mala Îbo Beg mezin bûye. Rojek ji rojan Îbo Beg 2 siwarên xerîb dibîne û çaygera xwe ra dibêje ku ji bo wan amadekariya çay û qehweyê bike. Ew siwar neyar in. Yek qaymeqam e û yek fermandar e. Piştî çend deqeyan Xaçik jî digihêje wan û dibêje ku: "Ev mala jor ya Îbo Beg e. Dilê min keça wî heye. Jina wî û bûka wî jî pir delal in. Keça wî min ra û jina wî, bûka wî jî ji we ra." Qaymeqam qebûl dike û berê xwe didin mala Îbo Beg. Îbo Beg li ber deriyê mala xwe hêviya wan e. Hespên wan hildide û diçe tewleyê. Çayger jî qehweyê wan amade dike û dide wan û Xaçik daxwaziyên xwe çayger ra wiha dibêje: "Lawo tu here axayê xwe ra bibêje Mecîde Xanim qîza wî ye, Ayşe Xanim bûka wî ye, Fadîme Xanim jina wî ye. Bila ji min ra, qaymeqam û kumandarê min ra bîne. Gava ku nîne ez ê seferekî li ser çê bikim, Heya dinya xweş û ava be tu kes ji bîr nake." Çayger, piştî gotinên Xaçik bi qêrîn û zarîn direve cem Îbo Beg û gotinên Xaçik yek bi yek wî ra dibêje. Îbo Beg bi hêrs diçe nav jin û zarên xwe. Çeka xwe ji keça xwe dixwaze. Keçik çeka bavê xwe tîne û Îbo Beg berê xwe dide neyaran. Mêjiyên Xaçik, qaymeqam û kumandar bela dike. Yek bi yek wan dikuje. Leşkerek nêzî mala Îbo Beg xwe vedişêre û direve xeber dide leşkerên din. Pişt ra gelek leşker êrîşî Îbo Beg dikin. Dema ku Îbo Beg dûrbîna xwe dide ber çavên xwe, dibîne ku bi sedan leşker ber bi wî tên. Îbo Beg fişek û barûtên xwe ji keça xwe dixwaze û bi tenê şer dike. Hêdî hêdî fişekên wî xilas dibin. Dema ku 3-4 fişekên wî dimînin, fehm dike ku êdî nikare hember neyaran şer bike. Direve diçe mala xwe. Zar û zêçên xwe temamî dixe hundirê odeyek. Ji bo ku ew nebin hêsîrên neyarên xwe, jin û zarên xwe bi şûra xwe dikuje. Lê nikare Mecîde Xanim bikuje ji ber ku Mecîde keça wî ye û gelek ji keça xwe hez dike. Mecîde Xanim pişta xwe bavê xwe dizivire û dibêje ku "Qetla min li te helal e. Min bikuje" Piştî wan gotinan, Îbo Beg keça xwe jî dikuje û bi fişeka xwe yê dawî xwe dikuje. Hûn çi difikirin? Îbo Beg bi kuştina malbata xwe bi heq e an na? Ger hûn dewsa wî bûna we çi bikira? Ji kerema xwe şîrove bikin. Strana Îbo Beg ji Şakiro (bi jêrnivîsa tirkî): youtu.be/ViBJcMJNRQk
··
162 görüntüleme
Ronahî okurunun profil resmi
Gotinek li ba heye ; Neyar nabin yar ! Min her tim bawerî bi vê gotinê dianî , carek din serast bûm , Neyar tim neyare. Ez bi xwe jî şûna Mecîde Xanim de bûya , daxwaza min jî ew ba .
Serhevde okurunun profil resmi
Rast dibêjî neyar qet nabin yar 👏🏼 spas bo şîroveya te 🙏🏼
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.