Îro ji dest husna hebîb sergeste û heyran im ez
Min eşq û muhbet bûn nesîb sewadê sergerdan im ez
Eşqê gelek sewda kirin bê mal û bê mewda kirin
Nûra çira winda kirin Mûsayê Imran im ez
Mûsa ji dest husna bi nûr şêrîniya xalên di hûr
Secde bire ber Kohê Tûr nêzîkî remzê wan im ez
Remzê ku dê dilber bikin carek bi çeşman seyr bikin
Dê kohê Qaf ker ker bikin mecrûhê pir-kovanim ez
Min ah ji dest kovan û qehran min sebr nayêt li sehran
Şubhetê mewcên di behran qulzemê umman im ez
Qulzem û behrên di heftê agirê eşqê ku keftê
Dê bisojit subhe neftê min diye, pê zanim ez
Min diye muhbet çi reng e sohtim edoja pir-ye’ke
Min mudam dil jê biheng e bi nalîn û efxan im ez
Nalîna teyr û tuyûran kalîna çeng û bilûran
Xulxulên di qesr û qusûran bulbulê xoşxan im ez
Bulbulim daîm dixwînim ez yeqîn ez te bibînim
Dîn dibim sewda dimînim serxoş û sukran im ez
Serxoş û ebter kirim te ji illeta rengzer kirim
Te sotim û ker ker kirim tu agir î buryan im ez