Gönderi

250 syf.
·
Puan vermedi
Mirina Egîdekî ( Mehmed Uzun ) Haya min ji vê pirtûka helbesta Mehmet Uzun tinebû, lê a rastî jî xwe pirtukên wî romana jî bi zimanekî helbestvane hatine nivîsîn. Lê dîsa jî min meraq kir û min xwest vê pirtûkê, ji pirtûka kurdî. Spasîyên xwe ji wan Ra dişînim. Zehf ehlê karê xune. (Pirtûkên wa xweşik, sparîş zu tên...) Di vê pirtûka helbesta de behsa 5 hev evîndarên welat dike. Û temamî jî behsa wa, behsa şer ê wa, behsa hêvî yên wa, behsa azadîyê dike. Weka ku mirov çîrokek bixwîne lê çîrokek bi zimanekî helbestvane. Wekî di romanên wî de derbas dibin di helbestên wî de jî şer ê welat, çek, mirin, berxwedan, derbas dibe. Û ji xwe ne hewce ye behsa zimanê Mehmed Uzun bikim, hingî bi zimanekî xweş dinivîse.( sade, hêsan ) Di rûpelik de ev hevok derbas dibe; "Li ser axa me, Ji me çi dixwazin?( Rûpel 19 ) Bersiva vê pirsê zehf hêsane. Îro li ser axa me dixwazin em vî zimanê şerîn ji bîr bikin!! Kurdên 1k yê, xwedîyê vî zimanê şêrîn. Hûn çima pirtûkên kurdî naxwînin û jêgirana parve nakin? Qey wext tuneye?, Qey eşq tuneye? Hûn xwedî vî zimanê şêrîn, bi dîrok û bi qîmet xwedî derneyên ê kî xwedî derê? Ji we dipirsim? Îro dijmin hov e. Wekî Mehmed Uzun dibêje; "Bombe li piştan, tifing li destan, rext di singan de" ( rûpel 21 ) bi bombe û tifingan tên pey me. Lê em nikarin wekî wan hov û pîs bibin, wekî ku her millet xwedî zimanê xu der tê. Emê jî xwedî zimanê xwe derkevin. BOMBE, TİFİNG, REXT û GULEYÊN ME TEV EV ZİMANÊ MEY ŞÊRÎNE. Wekî di pirtûka "Bîra Qederê" de (baş nayê bîramin min biborînin) derbas dibe; -Li gel dijmin di hev çekên me hene: ol(dîn) û ziman. Îcar dîne me û dijmin wek heve tenê dimîne ziman.- Ji ber wê xû li zimanê xwe dorpêç bikin. Qîmeta vî zimanî em baş zanibin, ev ziman tunebe em jî tune ne. Û dijmin çiqas zêde be bila zêde be "Em pênç kes, ew pênç hezar kes Em pênç hezar dil, ew pênç dil Em pênç hezar dilên biheq, ew neheq Kî dikare bi dilê evînê hildaye vegire? Ew me çi dihesibînin!..."(rûpel 11) Werhasil ji me hemûyan ra bi rojên; "Çoş li ser dil, Ken li ser rû Serbest, azad, kêfxweş, serfiraz."(rûpel 36)
Mirina Egîdekî
Mirina EgîdekîMehmed Uzun · Ronahî Yayınları · 084 okunma
··
658 görüntüleme
Bu yorum görüntülenemiyor
...mcanan... okurunun profil resmi
Ev pirtûk pir xweş e heval
2 önceki yanıtı göster
Miheme okurunun profil resmi
Raste kekê
...mcanan...
...mcanan...
, di pirtûkê de gelek jêgiran hebûn ku mirov parve bike û pirtûk bi temamî jî gelek xweşbû. Spas dikim ji boy şîroveya te.
1 sonraki yanıtı göster
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.