Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

79 syf.
·
Puan vermedi
"DİÊŞİYA" DİÊŞÎNE
Serê lêkolîne de bibêjim ku, ez çi jî di derheqa vê pirtûkê de bibêjim ê li gorî dilêmin kêm bisekine. Diêşiya, ji weşanên "Belkî" sala 2013 de çap bûye, ji 80 rûpel û bi 3 beşan ava bûye. Beş 1: Evîn Carînan îhtimala nehatina hinek kesan, ji mirova ra gelek dijwar tê. Ew kesên ku ne nehatina wa, îhtimala nehatina wa. Çimqî mirov hêvîyên xu, azadîya xû yanê bi qurtî mirov jîyana xu bi hinek kesan ve girêdide. Û ji ber wê ye ew îhtîmala nehatînê tenê jî, mirovan dîn dike. Rênas bi van hevokên xu yên bi navê helbesta wî " Tu Neyê Ez Ê Bimrim" zehf xweş anîye ziman: "Lê ger dîsa jî Tu nexwazî ku stranan bixeyidînî ji dilekî gurî, Ku bi girî vekî ruhekî kurmî, Ku êvaran bicehimînî ji emrekî meliqî, Ku tevnepîr konê xwe vedin li hembêzeke hedimî Li îhtîmala nehatinê nefikire nebî nebî!!!" (rûpel 16) Hin kes hene di jîna mirovan de wisa cîhekî bi qîmet wisa bi qîmet digire, ku heta ew kes hêja li jîyanê ye mirov hay bi wî cîhê bi qîmet nîne, lê piştî ew mirov ku koç dike cîhana rastî, hêja nû mirov fehm dike ku ew kes çiqas kesekî bi qîmetdar bû lê êdî xwezîyên mirov feyde nake mixabin. Ne ew tê, ne ew bîranînên ku te bi wî kesî ra derbas kir ji hişê te diçe û ne jî jîyana te nabe weka wê jîyana te berê. Edî her dem ên mirov bi xwezîya wî kesî derbas dibe. Rênas jî bi navê helbesta " Min Dixwest Ku Tu Hebî" tu divê qey ji nava dilêmin derketîye û nivîsîye. "Ezbenî! Guh medê, bi Xwedê ne hêja ye ti tiştî Axir tu mirî! Lê min dixwest ku tu hebî û wek stranên ku bêhemd dike tin ser zimanan ji nişkê ve tu disa bijî û bi dengê xwe yê ketî ji jina sed bavê her tiştî re sixêfan li dû hev rêz biki. Haho, gava tu têyî bîra min hundirê min qul dibe; gava navê te tê ser zimanê min, zimanê min kul dibe; gava êşa te tê bîra min rêviya min a zêde ji zoran diteqe!" (rûpel 18) " Bi namûs û bi şeref min dixwest ku tu hebî û bi her du tilîyên xwe her du çavên jîyanê bi saxî derxî! Lê axir tu mirî!" (rûpel 20) Beş 2: Huner Kêfa min qet jî vê beşê ra nehat, nizanim tu divê qey vê beşe hama ji boy rûpelên pirtûkê tije bivê nivîsîye. Tenê sernameya 'RÊNAS' ANS piçek min bişirand ewqas. Beş 3: Welat Di vê beşe de behsa jî dîroka me heta niha zilma ku dijminên me li me kirine dike, bi zimanekî zehf xweş û bi hostatî. Helbestên vê beşê tev ji hev xweştirin lê helbesta "Sırûda Kurdistanê" şahesere. Yanê tenê ji bona vê helbestê mirov ku bixwîne dikare vê pirtûkê bistîne. Lê pirtûk bi temamî jî mirov bîne ber çava gelek hêja bû. Ev jî lînka sırûdê ye: youtu.be/L1_HN6J5Mng Behsa vî nivîskarê hostê jî nekin nabe: Rênas jîyan, di sala 1974'an Mardînê li Qoserê ji dayîk bûye. Kovara " Çirûsk" ê derxistîye û weşanxaneya bi navê "Belkî" yê ew avakirîye. Di navbera salên 2002-2004 an de sirgûn bûye.
Diêşiya
DiêşiyaRênas Jiyan · Belki Yayınları · 2016111 okunma
··
1.393 görüntüleme
Bu yorum görüntülenemiyor
Hine okurunun profil resmi
Te gelek xweş nivisandîye dest û dilê te sax be :)🌳💨.
Miheme okurunun profil resmi
Saxbî. Spas dikim :)
Astêrkia ✓ okurunun profil resmi
Dest û dilê te sax be bira😊
Miheme okurunun profil resmi
Saxtir, xwîşkê. Spas.
porsorê Nuvîn okurunun profil resmi
Bijî dest û dil xwes 🦚✌️
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.