Ez Mezopotamya me
Di navbera Dîcle û Firat,
Welatekî şêrîn û xweşim,
Bi berrî, deşt û zozanim,
Çiyayên bilind, geliyên kûrim,
Axa pîroz, bi xêr û bêrim.
Cotkarî li navenda min destpê kir.
Koçberîya neçîrvanî bi dawî bû.
Bajar û dewletên yekem,
Nivîs û xwendin, li navenda min avabûn.
Beşerîya mirovatîyê ya yekem,
Li navenda min destpê kir.
Bi hezaran sale min didoşin,
Fermandar, dagirker û eşqiya,
Min davêjin xerac û mezatan,
Dewlemend têr nebûn ji axa min,
Min têra hemû mirovan dikir,
Wan ji xwe re bi hevdû ne dikir.
Komkujî û talani çêbûn,
Aşitî û xweşî çêbûn,
Wek Eşq û evîna Mem û Zîn.
Şîn û şahî Şer û pevçûn çêbûn.
Destedewri Firotina herzanî.
Min cîh û war da gemiya Nûh,
Dayîka we hawa zarokek duh pêr e.
Îbrahîm Xelîl ji ber agirê Nemrûd,
Xeyidî xatir nexwest û jî ba min çû.
Min mineta Nemrûd nekişand,
Bejna xwe li ber Sargon,
Dagirkerek wek Naram-Sîn,
Salmanassar jî netewand.
Cengiz xanê mogolîyan,
Rêwîyê Îskender jî derbasbûn,
Tevê derbasbûn û ji wan xelas bûm.
Min çiqas jiwan hez dikir,
Lehengek wek Gilgamêş,
Wek Akabeş ê Gûtîyan,
Wek Şaûştatar ê mîttanîyan,
Wek Keyhusrev ê Medan,
Wek Silhedîn ê Eyûbîyan.
Ji holê rabûn û xirabûn,
Bajarên navenda min yê herî xweş,
Wek Nînova, Babîl û Ûrûk,
Erîdû, Nîppûr, Lagaş û Agad,
Sîmûrrûm, Nemrûd û Ebla,
Heskêf, Hesûnî û Herran,
Xirabreşk û Girêmirazan.
Yê xwe Xweda dihesiband,
Wek Nabû, Mardûk û Îştar,
Ashûr, Nîsaba û Şamaş,
Nînûrta, Ûtû û Tammûz,
Di dîrokê de wendabûn,
Tevek ji holê rabûn.
Ji ku hatin, bi ku ve çûn,?
Ez mam li ciyê xwe..
Osman Karapınar