Lawên weten, xîret bikin,
De rabin ji xewê, bi ser çû şev,
Nema zemanê cehil û nezanî,
Îro firset e, roja hêmet e,
Bi ilm û sene`t berz dibe milet,
A`lem hemîşe xerêqî îşe,
Îş kin bi merdî, bi dest û bîrdî,
Yek dil û dev bin, heta roja mirdin,
Lawanê weten, xîret bikin.