Gönderi

DİGEL YEZDAN
Ev hezar û çarsed sal e Li welatê min "enfal" e Ser û mal û namûsa min Li dijminê min helal e Evan misilmanên qeşmer Îslam li min kirin xencer Bi ayeta enfala reş Muhemed jî kirin Hîtler Ey Xudayê şev û rojan Bila bes bin ev derd û jan Ev dîn eger dînê te ye Kê kir hevalê xûnmijan? Ez li welatê xwe bê sûç Riswa dibim ditevizim Bi fetwaya mizgefta te Di xûna xwe digevizim Ev derdê min, pirr ji mêj e Çîrok dijwar û dirêj e Hemû diz in, mirovkuj in Dîroka wan, miştqirêj e Ceng û rev e sal û zeman Kuştim evan derd û xeman Bûm gedayê vê dunyayê Nav û namûs jî min neman Ez rateqandim derbider Li ser serê min ceng û şer Min dikujin, hem dibêjin Selewat li ser peyxember Li Îslamê zû peyda bûm Hem şagird û hem seyda bûm Ji hingê ve heta evro Girtiyê dav û qeyda bûm Ku Îslam hate meydanê Hizr û hêza xwe min danê Min bi xûna xwe mezin kir Wê ez xistim di zîndanê Dîn ez kirim sed ol û ol Sofî mofî bê maf û şol Misilmanek bi ser û ber Belengaz û qels û melûl Bi destê van misilmanan Evan cîran û pismaman Tev bi talan û şewat çû Dam û dezgeh, xan û man Rejîma tirk û ya faris Hem erebên nezan û birsî Rûmeta min perçiqindin Dîn li derdê min nepirsî Bi navê te û bi navê dîn Pênasa min ji min dizîn Bi ol û qanûnên sexte Ku ji mêj e hemû rizîn Ey Xudayê jêr û jorî Ger tu nêzîkî ne dûr î Heywax li min heta kengî Ev kotek û zulm û zorî Nizanim çend sal û dem e Li pey evê doza xwe me Her li pey bûm, dê li pey bim Bê rawestan heta heme Hawar dikim ez eve me Xudanê vê qada xwe me Wek miletan ez milet im Çima nebim? Madem heme Ez ku heme gerek hebim Keyayê welatê xwe bim Ev hawara min rewa ye Heta kengî aware bim? Dixwazim wek wan azad bim Bi dewleta xwe dilşad bim Hem dost û hevalê wan bim Ne kêmtirê kes ji wan bim Bo çi dîlê vî derdî bim? Tim bindestê vî û wî bim! Dixwazim ez efendî bim Ne koleyê kesek dî bim Tu rast î û rastî xweş e Ev derdê min dedek reş e Her çi min got û ez bêjim Durist û zelal û geş e Li Mosko kevinperist im Li Waşinton komonîst im Li mizgeftê ez kafir im Li Ankerê terorîst im Welatê min kirin let let Nehêlan xwe bikim dewlet Mizgefta min ne ya min e Eve karê xwehr û xelet Mizgefta min erebî ye Bi tirkî û ecemî ye Tif li kurdê bêjit bila Ew ne j` min e, ew bîjî ye Şildim û bildim tirkî ye Kîzb û nîfaq erebî ye Xîrrrî mîrrrî farisî ye Pa rûreşiya min çî ye? Çi derdek hişk û bela ye Navê Xudê bismila ye Her tişt bi zimanê daykê Xweşiya hizr û dila ye Ku tênegehim ka vîtamîn? Fayde çi ye amîn amîn Rastî ev e li min negre Ey Xudayê alemîn Zimanên tirk û ereb e Li welatê min xezeb e Tu bi kurdî şîrîntîr î Ev gotinek pirr edeb e Ji kovanan pirr û mişt im Dagirtî me ez biriştim Mizgefta min di gel wan e Ez bê pişt û bê her tişt im Ew miletê dewlet nîne Bivêt nevêt ew bê dîn e Bê dewletî bê dînî ye Dîn û dewlet j` min dizîne Ew kurdê vê nevêjit Xaîn e yan jî ker e Rûmebirîndar e kurd Welat kul û keser e Dîn û qanûn du nivişt in Ji ayatan pirr û mişt in Ji bo weca faşîstan e Ez û yên wek min pê kuştin Xudayo min heq navê te ye Lewra dibêjin heq heq e Lewra jî ev hawara min Teq û req û deq deq e Tif li qencê wan Len estesnî minhum eheden Har û hov in, ne mirov in La yexcelone ebeden Sûnd bi te û bi Încîlê Bi Tewrat û tehwîlê Xew naçê çavê kes ji wan Bê kuştin û qal û qîlê Îndehum elfitnetu elezzu min eleselî We re`su l însanî ke re`sin min elbeselî Tarîxa wan ne tarîx e Ma çi bêjim? Hema rîx e Hemû gef û tirre tirr e Hizirkuj e, wek zernîx e Ya delîle dûdî fî leylî duca Ji te ez qet xafil nebûm çu ca` Sipasdarê te me Xuda Înnenî mine şşakirinîn Lakinnenî len ekûne ebeden Mine ssabirîn Gotinek pirr şîrîn e Men sebere zefere We lakin ela zzulmî Men sebere kefere Ew çi sebr e ya îlahî Ela ceraîmil cubenaî? Ew ela nezaletî zumretin Min wihûşil enfalî? Napalim û jehr û gaza xerdel û çepelî Min ecmelî hedaya ulaîkel enzalî Pîr û biçûk pê dikuştin Ya leha min cemalîl menzerî Bil ji te kesek nizanê Ededu ddehaya bi summî wel kîmyawî Ehaza cezau tedhiyatî Li turkî wel fursî wel erebî? Em li îmanihim bil Îslamî de`men Li ayatîl qetlî we nehebî? Em ya tura temeen fî malî we helalî? Be`de tesdîqî ededin min eşrefîl melalî Nizûlen înde rexbetî tuxatî wel buxatî Min eshabîl fexametî wel mealî Xudayo bila hilweşin dîn û dunya Ela hazîhîl fexfexe wettealî We ela riûsîna cemîen ji her alî Da mirovatî rizgarbit ji vî halî Eve ye edalet û musawat û wekhevî We îleyke ya îlahî ma tebeqqe min meqalî Şêx jî çû ser menberê Ihim ihim wek berê Erê Xudayo erê bi navê te î pîroz Yuqeddim el hedeya we exreb erreşawî El cenne wel hûriyyat Yanî behişt û perî Lîmen yaqtul sahîb heq Ez çi bêjme vî kerî? La edrî emiftîyyen haza em himaren Yuitî hazîhî el fetawî? Ey Xudayê ji her kes re delîl Dexîlê te me ya nîimel wekîl Zidnî îlmen ez nizanim Ev xelatin yan bertîl? Ew tiştê ku ez dizanim Cudabûna xwe dixwazim Serxwebûna Kurdistanê La bedîl we la tebdîl Ez bi darê zorê tirk im Faris im hem ereb im Eger bêjim na xaîn im Kafir im hem bê edeb im Karek dî hebû gunehtir êzîdiyên ji min kurdtir Ez ji wan re kiribûm dijmin Kanê fetwa j` vê çepeltir? Hem tîyarî û ermenî Xudayê min hey ez benî Ev derd bi ser wan da jî hat Bi emrê ûlî emrên devgenî Ji bê çareyî şoreşgerr im Li yekbûna xwe digerrim Rizgarî biryara min e Çok çok teşekur ederim Rizgar nebim her wek nebim Ku bindest bim, ka azadî? Ez bi te û bi ŞêxAdî Sûndê dixum çareka dî Rasîzmên wan gişt faşîst in Çepizmen wan toranîst in Qazî û miftiyên wan jî Hemû wek wan çepalîst in Ey Xudayê li her derî Hezkirina te l` ser vî serî Lê pa min jî pirsek heye Ez? Yan Sadam e serserî? Sadam nevyê peyxember e Tacul Îslam li ser ser e Li mizgefta min di gotin Sadam îmamê Omer e "ûlî emr e wek Elî ye Qureyşî ye xweş welî ye Hawar ez kurd im bi min çi? Ger welî ye yan xwelî ye?! Gelek ji van şêx û melan Hostayên xap û teşqelan Qereqoşin dînfiroşin Wan ez xistim derd û belan Kirim derwêş û mam û mam Dîlê Hîcaz û Misr û Şam Xudayo wan ez xesandim Ji her kes re kirim xulam Ji eraeban erebtir in Ji erpekan tirktir in Misilmantî riswa kirin Ji Xumênî bê dîntir in Digotin min ey misilman Kes neçûye banê heyvê Îyyake summe îyyake Qet bawer neke vê peyvê La tuseddiq hazel kelam Min ehlil kufrî wezzelam Derewa axir zeman e Ya ehlel Îslam Ellahu ekber ya qemer Çav li kafiran bîne der Van derewên mezin dikin Kufrun kebîr hazel xeber Yekê negot maşallah Her di gotin haşa lîlah Kella summa kella ya nas Bêjin estexfurullah Hosan nezan û ehmeq in Yan jî bê şerm û serreq in Xwe xapîn û çavnebar in Xudayo bila bipeqin Mirov li heyvê rît û mîst Bawer nakin îmanleq in Heqê wan ger nezan in Bê kar in tizbîçeqçeq in Bi duristî û bi kurtî Rad`gehînim bi xurtî Umer û Cengiz û Lenîn Wek hev in bo gelê kurdî Her sê yek in yek ferq nînin Beramber min dilbikîn in Xalid, Ataturk, Stalîn Dagîrker in devbixwîn in Lenînîzmê wek Îsalamê Difna min girt û berneda Dunya hejand, pirr xûn rijand Heştî salan tiştek neda Eger Lenîn eger Zeydu Ji bona min yekin her du Ev rastî ye û rastî ev e Xudayê min ez bi navê te eşhedu Her sê alî çi ev çi ew Her çi digotin tev derew Hema her ez dibişavtim Bi gotinên pûç û qelew Çi bêjme wan komunistan Wan jî weku toranîstan Bê nav û winda dikirim Bi derdê min dileyistan Dewleta min wan da Îran Wan Qazî kuşt, netroman Stalîn ev kir, Stalîn Babê komunistên kurdan Sipas edî dilpola me Ne dîlê ol û mola me Çak hev dinasin ez û tu Ne b` destê şêx û mela me Hişyar bûme, zêde, ne kêm Çûme û diçim, dê hêm û hêm Germ û xurt e şoreşa min Şêdar im ez dê şêm û şêm Xudan heq im ez nawestim Bê rûmet bim ger rawestim Fîraziya min va ye hat Bila jî dereng verestim Soz bit êdî ez û Evdo Ne bin malek di gel hevdu Ji min bo te Xudaye min Hezar sipas û elhemdu youtu.be/oiMOFyRgCtQ
··
1.251 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.