Gönderi

254 syf.
·
Not rated
Xwedî zarok bûn ne zehmetê lê zaroka xwedî derketin pirr bi zehmet e. Şaşîtîyên civatê ên di cîh de rûnîştî hene, em gelek caran van şaşîtîya dibînin jî wê hêzê di xwe de nabînim ku van şaşîtîyan biguherînin. Civat bi van şaşîtîyên xwe bandorê li ser malbata dike, malbat bi çavên kor bê xwe rexne kirin heman bandorê li ser zarokên xwe dikin, bipirranî dibêjin; me jî ji malbatên xwe wisa dît an jî me nedît bila zarokên me bibînin (bo nimûne; bav dibêje min 10 salê xwe de destbi xebatê kir bila kurê min jî zû bikeve jiyana xebatê an jî em nebûn bijîşk,endezyar bila zarokên me bibin...) her du nêrîn jî çewt in. Bingeha pirsgirêkên me bi pirranî ji zaroktîyê tê, kesên psîkopat,diz,kujer... hertim pirsgrêk ewqas ne ber çav in lê xwebawer nekirin, pixût bûn, zêde şermok bûyîn, bo her tiştî xwe suçdar kirin... Hemî ji malbatên bê tendurist tên. Dema bingeha van pirsgrêka dinêrin xuya dike ku di malbatên xwe de şideta fîzîkî an jî a psîkolojîk dîtine. Doğan Cüceloğlu dibêje ku; di hundirê me de du deng hene, dengê zaroktîya me û dengê dê û bavên me. Ku dê û bav di zaroktiyê de çiqas bandor ji zarokên xwe kiribin ev herdu deng ewqas dûrê hev dikevin. Lewma dema em li ser yek mijarî biryar didin, yekê zêdetir fikir ji me re bimantiq tên. Dengê dê û bavê resen difikire, ji bo pêşeroja difikire; dengê zaroktîya me xiyalperest e, afirîner e. Divê dengê van herduyan wekhev bin, yek li ser a din bikeve pirsgrêk derdikevin holê. Her ku mirov mezin dibin dengê zaroktîya wê/î kêm dibe kêm dibe û winda dibe. Divê em dengê zaroktîya xwe winda nekin,hay ji wê hebin ku bikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ku mirov sedema pirsgirêkên xwe peyda bike dikare hêsantir çareser jî bike. Pirtûk qala mijarê biçûk dike, ewqas biçûk in ku mirov gelek caran pişt guh dike lê herwiha ev pirtûka nîşa dide ku xirabîyên biçûk û bê qîmet dibin sedema pirsgirêkên çiqas mezin. Xebateke bi qimet e ev pirtûka, li gorî min divê herkes xebatên wiha bixwîne ku xwe nas bike,civatê nas bike û jiyana xwe bi xwe bi aqilê xwe biafirîne. Dengê zaroka di hundirê xwe de guhdarî bikin..
İçimizdeki Çocuk
İçimizdeki ÇocukDoğan Cüceloğlu · Remzi Kitabevi · 20177.5k okunma
··
2,155 views
Bu yorum görüntülenemiyor
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.