Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Jîyana Seydayê Tîrêj
Mamoste û helbestvanê helbesta resen nemir Tîrêj di sala 1923´an de li parêzgeha Hesîçê gundê Nicîmê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye. Gava ew dibe şeş salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitikê bi cîwar dibin. Tîrêj li wê derê û li cem Mele Îbrahîmê Golî, Qur'anê û çend pertûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên kurdan, ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike. Ew, di sala 1937´an de hatiye bajarê Amûdê û li wê derê dest bi dibistanê kiriye. Pênc salan li wê dibistanê xwendiye. Lê ji ber mercên aborî xwendina xwe nedomandiye. Li wê derê, têkiliyên wî bi helbestvanên mezin Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re xurt bûye. Bi akam û bandûra wan jî, evîna helbestnivîsandinê di dilê wî de şax daye. Bi wan re xebata niştimanperwerî kiriye û wek gelek welatperwer û ronakbîrên Kurda, seydayê Tîrêj jî, di nava civata xwebûn/xoybûnê de cihê xwe girtiye. Ligel nivîsandina helbest û çîrokên têkoşînek ramyarî jî meşandiye. Di sala 1952'an de bi destê parastinê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên ne belavbûyî jî tê talan kirin. Mamostayê mezin û bi navûdeng Cegerxwîn di dîwana xwe ya (Kî me Ez) de, li ser seydayê Tîrêj, bi navê wî yê rastî (Nayifê Heso) helbestek nivîsandiye û hêviyên hêja ji wî kiriye. Seydayê Cegerxwîn di wê helbesta xwe de weha dibêje: Ev xwendin û bîzanebûn Nêzîk dikin serxwebûn Xortên wek te pir zana Gerek bêjin; Nezana Bira destên hev bigirîn Di vê rê de em bimirîn..." — Cegerxwîn Ew, ji neçarî demekê dirêj xwe li nav Erebên Cibûran diparêze. Di sala 1973'an de berî dide bajarê Hesîçe û li wir bi cîwar dibe, ta ko ji nav me koç dike. Seyda, di bîr û baweriyên xwe de Berzanî bû. Lê hevaltî bi tu rêxistin û partiyan rê nekir. Kurdekî serbixwe bû. Sed mehder li gora wî bibare. Di roja şemiya 23'ê adara 2002'an de, demjimêr heştê hêvarî li nexwêşxaneya Dr. Îsam Bexdê li bajarê Hesîçe li Cizîrê, helbestvanê helbesta resen seydayê Tîrêj çû ber dilovaniya Xwedê. ** Berhemên wî yên çapkirî ev in: Dîwana Xelat, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1985. Dîwana Zozan, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1990. Dîwana Cûdî, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1998. Serpêhatiyên Kurdan (1): Çapa yekem di sala 1992'an de li weşanên Zanîn_(kovar)ê û li sala 2014'an ji no ve, di gel wergera Farisî, li Îranê çap bû.[1] ** Berhemê wî yên neçapkirî ev in: Mewlûda Kurdmancî Dîwanek ji helbestan Serpêhatiyên Kurdan (2). ** Seyda sê caran hatiye xelat kirin Xelata Roja Helbesta Kurdî li Sûriyê 1995. Xelata 100 Saliya Rojnamevaniya Kurdî. 1998, Hewlêr.
·
203 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.