Pirr xweş bû
Ez nexweş bû
Dilê wî germ
Ya min cemed bû
Çavên wî reş
Ya min ne reş bû
Kenê wî sivik
Ya min giran bû
Lêvên wî şekir
Ya min xwîn bû
Awirên wî welat
Ya min bêkes bû
Navê wî Zelal
Ya min Gemar bû
Maçikên wî hingiv
Ya min talan bû
Gotinê wî şêrîn
Ya min tûj bû
Wî cilê xwe girt û çû
Rihê min wêran bû.