youtu.be/07VnGjdpOgQ
Serokêmin wiha dibêje
car hezir limin dibe ez buhareke şînim
û car car li xwe şîyardibim ez zivistanekî buharekî xemgînim
û car bi kesera hizra xwe li zarokatîya xwe vedigerim
Bavêmin bi fêrbûna meşamin limin dikete gûmana
û digot ew birhên qalind ne ji xwe ve qalinde
û Dayik dizanîbû di listokênmin de diyardibe ez çi dikim
ji bilî dayikamin kes nikarîbû wateyekê bide wî kenê ku ez ji nava hunavê xwe dipijikînim
matmaî mabûn ji kuderê hatî sahra meraqamin
ne min xwe kir êsîrê pêçeka dayika xwe
û ne min xwe kir xulamê kedere bavê xwe
û di ber elenda hêyvê de min çêdikir wêneyek ji xewna xwe î zaroktî
xewna ku ez bikujim Marekî reş,wek çêvîka bazekî li çiyakî bijî
û li wêderê min kişand kesera xweyî bi çûkanî
û bin dara gundê xwe bi rondikê ne sekinî ne sekinî min hêrs û kesera zarokatîya xwe bi dawî ve anî
û bi vî rengî dest pê bû trajîdîya jiyanamin
trajîdîya gu cara yekem gaveke bi tirs
û cara duyem bi êşe ke bê tirs
û cara sisyem min tovê hinasê xwe diqelişîn axê pîroz de çand
û ew roj ku ez bi hisretbim berê xwe bidim çiyayê Helgurt û Qendîl
û bimeşim ni nav sir û seqema Zagros
û awirên xwe biavêjim Sîpan û Hereqol Cûdî û Gabar
û Ararata ji her çiyayî xwe kirîye baw
min dixwest ji çûkên xwe re hêlîna avabikim ji kirşikê deşta Şahraz û Herran
û min lavadikir ku Dicle û Firat ji min re vekin çîroka xwe ya efsanevî
lê qet rê nedamin ez ramûsinîm ew zaroka ku li ber ramanêminde çû
rê neda min ez xatirê xwe buxazim ji wê dayika ku destmala xwe daneweşandibû ji rondikên sor
dengê gumguma lafa wê xwîn birçî bi alî min de tê û bi bêhna hezar dahfoka û lafa û bi lafa lehî bi lehî
ne min şikeftek hebû ez finda xwe tê de vêxînim û ne min hostek erd hebû ez xwe tê de vehewînim
û ne min hawirderdek hebû hevalek hebû ku ez jê re bêjim merheba ey dost
dostek kefenekî jimin re dike diyarî
û dostek tabûtekî jimin re dike nav nîşan
û dostek limin dike derzîya mikrobên bozkuş
û dostek dixwaze dibin axê de min bike patîşahê qebristana welatê min
û dostên ku ji mêjîyê Zîvis derdikevin weke Etna ya kahpik xencer xencer li pişta min didin
dostên ku axaftinêmin di devê min de girêdidin û berêmin dide warê bê kes
warê ku çawa kevokên terqiyayî bi ser min de vebin
warê ku hest di nav diranên şevşevokan tên cûtin û goga dinyayê li ser destê xwe çewq dizîvirîne
warê ku li ser konê tevnepîrade qerîn bi qêrîna tunne dikin û barbang di tarîka tunne dikin
û bimin didin hezdikirin şevtarîka reş
û bimin didin ji bîrkirin ne bi xêr û hindakirî
û bimin didin avakirin dojehekî tu caran ne hilweşe di zikê axamin de
axx ji bê sehîtiya te eyy bêêê bext
ku tu limin zor dike
ya ezê bêjim erê-û meger ez bêjim na wê hestêmin di destara qederede bê hêrandin
çend sal bê gu kes biminre jiyan bike ez hevaltîyekê bi listoka xwe re derbasbikim
yek caran ez diaxivim bi kevirê lêkirî ya xwe jimin re kirîye Zindan
û yek caran kervarê gotinên min diponije li ber nalîna dîroka bê nivis
dîroka ku li şaristanîya Mozopotamya (Mezopotamya)dest pê bû
dest pê bû bi çêbûna pêşî nefesa pêşî çandinya pêşî di bereketa xwe da wendajin bi xemlîn civanîya anha
dem zîvirî û bi hatina Sûmera windabû çerxa dayika pîroz
dinya tev mije dûmane ne zelal e
tê bi kêre dilsozîya deynî ew jî ne diyare
Kevokên go hêkên xwe dişkînin
şapirpirîkên ji gula nefretê tînin
kulîlkên bi gimgimokan re peymana datînin
zevîyên ku mişkên bê hijmar sînga xwe de dicivînin
Jinên ku însana di zikê xwe de dixeniqînin
jiyana ku dikeve bin bandorîya Dirakol û Vampîran de mirîn kî hebîs jê re gunehe
ey kor be çawe te dinya tu nabîne
di tapinax û zîggûratan bê heda yara bê hemdem
bi çar mîxê şipyakirî û sê darê çav ne têr têhna xwe bi keda însana dişkînin
diz derew dirûtî bê ehlakî wek payiza pelçimê dara diweridînin
yek dibê je ez Ankî me yasayê îlana di devê xwede dirîzînim
û yek dibêje ez Mardokim dawî li jiyana tîyama tînim
û yek dibêji ez Atomim ziravê însana diqetînim
û yek dibêji ez Sargonim,dewletim,şev,roj,cinnet,cihennem,ax,av,ter,hişk ew xwezaya heft renk ser û binê hev dixînim
dinyaya ku lim zor dike meger tu serê rake tê wekî kurê Meryem di çar mixa de bê xaçkirin
çava Mûsa di sehra asîna de hate wendakirin
û çawa Hz Muhammed li ber Kûreyşîya bû koçber
û çawa Hêsen û Hisên di kerbelayê ser wan hate birrîn tê biçe
dinyaya ku limin zor dike çawa gotina Galîl û Biruno li ser serêwan belav bû
û çawa ramanên Îbni ruşd û Farabî li wan wêran bû
û çawa azadî ji Pîr Siltan Êvdal re nema ji te re jî namîne
ey kor be çawê te dinya
barana li ser axa min birin û çemê zuha kirin
û do dozê tunekirin ez dengê xwe nekim
çinçinga şûşên sor evîn serjêkirin ken bi girîkirin
şikeft û zivingên go hestîya tijekirin ku ez dengê xwe nekim
û çawa ez dengê nekim însana dikin gurê Însan mirovahîya pîroz ji vê dinyayê koçber dike diçe
de bila biaxivin kelepçê dest min
çend salin bê gû kes bi mire jiyan bike ez hevaltîyekê bi nivîsoka xwe re derbasbikim
û şevbêrkê şiyarbûnê di ber ahînê mazlûma de dihêli careke din ez bêjim
meger tenê jibona wan qehremanê dîrokê ma be
û meger tenê jibona wê dayika pîrbûyî go heta niha kurrêwê wê nasnake
û meger tenê jibona wan hisretê keyferata pakrewana ma be
û meger tenê jibona wê zaroka sêwî ma be
ezê bêjim meger jimin dûrxînin hevaltîya nivîsoka min
û tenîya tarîka xwe dawerivînin li ser ronaka mûma min
yan jî berêmin li wê sêdara bê îman bixînin ezê bêjim
ku çiya çiqeysî bilind be
û her çiqeysî okyanûsa bê binî mîrê behra be
lê go di Gerdûnê de çiqeysî gezegen pirbin hemî di nivîsokamin de derbasdibin
û kor be çawê dostanîya ku bi min re ne bûne dost
Ez hemim
di axê de ez hemim
di rih de ez hemim
di mejî de ez hemim
di dîrokê de ez hemim
di dil de ez hemim
ez hemim,ez hemim,ez hemim
ku ez îroj nebim sibe ezê hebim
wê roj bi hebûnamin derkeve
meger hicrak min bimre wê hezar hicre di hicrê mirî de derkevin
û bêjin ez her wekî xebatkarekî jibo azadîya însanim
û ez her wekî xebatkarekî jibo azadîya însanim
û ez her wekî xebatkarekî jibo azadîya însanim..
·
251 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.