Li nav goristana Pere Lachaise gava min çavê xwe li navên nas digerand rastî serê kevirî yê Balzac hatim. Min kulîlka di destê xwe de ber wî kir, rûyê xwe ji min bada. Ez hinekî ponijîm lê zû tê gihîştim çima. Min hê pirtûkeke wî, dilê pirtûkê ye, min hê hevokeke wî nexwendibû.
Ez aniha careke din kulîlkekê dirêjî wî dikim.