Li cîhekî yî,ne çûk difirin ne komerêwî derbas dibin.
Bibî av tu kes venaxwe,
Bibî rê tu kes derbas nabe,
Kurê xelkê ê çi ji te fêm bike?
Derkevî serê çiyayekî,
Darekî bibînî, bi têlan bixemilînî
Pûlan lê bidî, bikî bûk.
Yek jî, ewran bibînî,
Yek jî, ewran bibînî,
Yek jî, ewran bibînî.
Ewrên kef dayî û dihên
Wekî din çi ji dest tê?
Tenahîya vê dilê min,
Çin çin diwîce li koka dilê min.
Xwedê, tenêtîya bi vê rengî,
Nede serê tu kesî.