Şevên tarî
Birisandina stêrkan di nav ewran
Bager bû
Pelê daran diweşiyan
Li ber bahozê difiriyan
Ew elûna zilm û keder
Ez û te bi keser
Di temaşa stêrkan de bûn
Te evîn himêz kir
Li erda Laleş
Te evin negişand
Dilê bi keser
Ew mirina bêbext
Axxxx
Di wê kemina bêbext de
Haaat hat
Di hêsirê wek e baranê de
Ber distê sibê Ahmed
Roj li derketinê
Ber banga sibê Ahmed
Ew qêrîn
Axxxx
Ew qêrîna yar evîn
Te yar hişt
Te ez hiştim
Di şevên tarî tenê sêwî
Jiyan bê te nabe
Jiyan bê te nabe Ahmed..