Nivîskara pirtûkê Gewher Fetah ji Rojavayê Kurdistanê, bajarê Qamişloyê ye . Yazdehok ji bo helbestê şêweyek nû ye . Ji xwe destpêka pirtûkê de pêşgotinek dirêj heye û derheqa vê şêweya nû , bi kar anîna wê , sînorên wê û di edebiyata dinyayê de cihê wê tê vegotin. Piştê wê Yazdehok destpê dike bi şêweyek nû helbestan dixwînin . Serî de têgihiştina wê ecêb tê lê dûra hûn ê pir jê hez bikin . Bawerim ev şêwe û forma nû berî helbesta kurdî û cîhanê biguhere .
Ev forma Yazdehokê 2 stûnên wê hene 1) 11 peyv in . -2) 5 xêz in. (xêz an jî hevok)
Şêweya avakirin û nivîsandina Yazdehokê :
-11 peyv in (daçek jî wek peyv hesab dibe)
-5 xêz û xet
-xêza 1 yek peyv
-xêza 2 du peyv
-xêza 3 sê peyv
-xêza 4 çar peyv
- xêza 5 peyvek
Ji pirtûkê Yazdehokek :
Ez
ev wate
ez helbestê dijîm
tu xwe tê de
dibînî?...