Gönderi

208 syf.
·
Not rated
Pirtûk li ser dagirkirina Kenyayê ye. Kenya ji aliyê çend dewletan tê dagirkirin. Karê dagirkeran ya ewil guherandina ziman û dînê gel e. Bi zorî dikin xaçperest. Lewra dewlet an jî miletek li ser du tiştan hebûna xwe didomîne. 1) ziman û çand, 2) dîn. Bi taybetî jî li ser ziman gel hebûna xwe didomîne. Ev herdu tişt têgehên mêtingehkariyê ne. Dewletên dagirker bi zordarî zimanê xwe wan dide hîn kirin. Dibistana wedikin û perwerdehiya ziman û çanda xwe didin hîn kirin. Bi vî awayî wan ji ziman û çanda wan dûr dixist. Jixwe dema ku ziman û çand di nav civatekî an jî di nav gelekî de holê rabe, ew gel ji miriyan zêdetir tiştek nîne. Miriyên neçalkirî. Laşên bêziman û bêrih. Dema ku dewletek û axek were dagirkirin, li ser wî axê hin kesên xweperest û çavbirçî alikariya dagirkeran dikin. Pirtûk gelek li ser vê tiştê disekine. Bi dijminên miletê xwe re yar û dostî dikin. Mixabin. Ew kesên zikbirçî bi destê dijmin birayên xwe dikujin û dest diavêjin mal û namûsa wan. Dema dagirkerinê gel dibe du beş, beşek li ba hêzên dagirkeran, beşek jî li ba miletê xwe disekine. Wê demê plana dagirkeran tê cî û Birakujî dest pê dike. Li ber dijmin tenê tiştek dikare wan hişyar bike. Perwerdehî. Belê miletek tenê dikare bi perwerdehiyê serfiraz bibe û bigîje asta civakên mezin. Serlehengê pirtûkê jî dizane ku miletê wî bi tenê dikare perwerdehiyê hişyar bibe û dagirkeran ji welatê xwe baqij bike. Tenê perwerdehiyê dikare miletekî ji taritiyê xilas bike. Di nav taritiyê de mirovên xwendane dikarin gelê xwe li hemberê dijminan biparêzin. Belê rewşa Kurdan ji rewşa Kenyayê jî xirabtir e. Lewra perwerdekerên me li ba dijmin disekinin. Di dibistanên wan de xwendine û bi fikrên wan ên pûç û dijminane hişê xwe tijekirine. Rewşenbîrên bê ar. Dîsa jî li serî her tiştî perwerdehî ye. Wek Bedîuzzeman Seîdê Kurdî gotî "Xwendin xwendin xwendin û desthevgirtin desthevgirtin desthevgirtin" Vê pirtûkê pêşniya dikim.
Aradaki Nehir
Aradaki NehirNgugi Wa Thiongo · Ayrıntı Yayınları · 2016330 okunma
··
485 views
Cezmî okurunun profil resmi
Wekî welatê me, kirine çar perçe û dikin ku bi zimanê, çandê, dîrokê me xilas bikin.
Cezmî okurunun profil resmi
Tiştên ku te nivîsîne bi min qet ecnebî nayên
Ferîdun Buendîa okurunun profil resmi
Dagirker diguherin lê fikr na. Ji ber wê ne biyanî ne hal û tevgerên wan
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.