Gönderi

128 syf.
·
Not rated
ERÊ BİXWÎNİN!!! DİNYA XİRA NABE HA!!!
---ev pirtûk ji 9 çîrokan ava dibe. Nivîskar Hesenê Metê ye. Hêja sax e. Li Swêdê dijî. Yê lêkolîna vê pirtûkê gelek dirêj be, ji ber wê ez naxwazim zêdetir dirêj bikim. Ye ku jîyana wî dixwaze bi berfirehî hîn bive bila li ser jîyana wî lêkolîn bike. Ezê pêşî çîrok bi çîrok analîz bikim û paşîyê ez ê bi tevahî li ser pirtûkê analîz bikim. Hevîdarim hûn lêkolînê tevî bixwînin û gava we xwend jî hûn aciz nebin. De ka îcar kerem bikin vê lêkolîna dirêj. 1-Êş-: Çîroka herî dirêj e hema bêje nivê pirtûkê ev çîrok digire. Di vê çîroka yekemîn de lehengê çîrokê Darînê Daryoyê. Darîn di destpêka çîrokê heta dawîya çîrokê bi portre Mîr Celadet yê ku di mala wî de ye pê ra xeber dide. Di vê xeberdanê de behsa nivîskarîyê dike, behsa van nivîskarên ku hema bi tu tişkî nizanin radibin pirtûka dinivîsin dike. Û wa zehf bi zimanekî hişk rexne dike; -Xwedê, heta mirineke bi destê te bila haya ev yên ha ji hunera xwe nebin, lewra wê roja ku wan hay jê bibin, wê çaxê ne bi deste te, ew ê xwe bi destên xwe bikujin û têkevin ber xwîna xwe!-(rûpel 55) Navê çîroka yekemîn jî wekî min di serî de jî bi nav kirîye:-Êş-e. Ji ber êş a wan, Darîn pirtûk nanivîse lê dixwaze ku fikir û ramanên li ser nivîskarîya yan jî serbuhûrîyê wî werin nivîsandin. Navê pirtûkê jî Epîlog e û epîlog tê wateya -beşa encama berhemekî.- Yanê piştî çîroka yekemîn diqede hûn beşa epîlogê dixwînin û hûn divînin ku Hesenê Metê fikir û ramanê kesekî din nivîsandîye( pirtûk navê xwe ji ber ku beşa encama çîroka yekemîn e standîye ) Û ew kes jî dixwaze ev çîroka wî bi kurdî were xwendin; -Ev çîroka ha divê bi zimanekî din neyê xwendinê, divê her û her bi zimane xwe î malê bimîne.-(rûpel 59) Û wekî din di çîroka yekemîn de serhişkîya xelkê me, mînak dana 'zarokê xelkê' tîne ber çavan. ( Zehfê me jî dizanin ku dê û bavê me zarokên xelkê mînak danê û gotine: -kurê/keça filankeso nizanim xwend bû çi, kurê/keça filankes ê din nexwend tu halê wî dibînî...-) Gava ku dawîya hevokên xwe bi peyva; -mîrê min- diqedan zehf xweş bû bi min. Mînak; -Nabe mîrê min nabe-(rûpel 44) 2-Nakokî-: nakokî tê wateya neyarîyê, Ev çîrok min bir zarokatîya min. Li ser nakokî û li hev nekirina birayên mezin û birayên piçûk behsa buyerekê piçûk dike. Gava min xwend a rastî jî zarokatîya min ket bîra min. Êzing şikandina bavê min, lêdana bavê min, hembêzkirina dîya min, ew -kuçik-( ocaxên derva, yê di nav bira du heb kevira da ne û li bînî jî êgir tên pêxistin ) ên li derva ku dîya min li ser nan dipêjand, û ew lihev nekirinê şêrîn ê zarokatîyê di nav xwûşk û bira yan de. Yaw rastî jî ew demên berê çiqasî xweş bûn û aniha jî ew dem çiqas ji me dûr in. Carînan ez difikirim hama -zarokatî- xweş e, yan jî zarokatîya me xweş bû? Zarokên aniha jî ku mezin bivin yê ew jî bêrîya zarokatîya xwe bikin an na? Nizam ji bo min pirsên cûda ne û min dixwest bersiveke baş bistînim ji van pirsan. Lê a rastî dem û dewran diguhere û em jî diguherin, zarokatî jî diguhere. Ya xêr em bêjin. 3-Xocê Xizir-: ser vê çîrokê kî bixwaze dikare wateyek derxe li gor xwe. Wekî ji xwe nebawerbûnê. Li hevdû ne gohdar kirinê.... -ji bona Xwede peyva min nebire û tu jî careke bi qedire Xwede bike. Ma kevir ê bibare!-(rûpel 71) Erê yaw hama yê kêvir bibare ku em hev dû gohdar bikin? Yaw Ka bînin bîra xwe, xwe hinek( hinek na pir ) rexne(eleştiri) bikin Ka em çiqas mirovên dora xwe -ji dil- gohdar dikin? wellehî hema em nikarin wekî mirova li hev dû gohdar bikin. Ez vî tiştî, vê kêmasîyê carînan ji xwe dizanim. Kêmasîyek zehf û zehf Mezine jî. Ne ji vê kêmasîya mezin e ku em ketin e va hala!!? Wellehî ji van halên nebaş ez jî û tu jî em berpisîyar in. -Sorumluyuz-!!! Hema em nabêjin mirovê rû me tiştê dibêje, xeber dide ji bo wî girînge, ji bo wî girînge ku em wî xweş gohdar bikin û bidine hîshîsandin jî, vê gohdarkirina xwe. Hema em divêjin kengî xeberdana wî biqede û dor bigihîje me. Yan jî carînan em qe persayîyê jî nakin!!! Gunehên mezinin ev haya me ji me hebe. Xwedê me efû bike :):( 4-Monsieur et Madame N.-: çiroka wî bi vî navî, hin cîyên wê ku meriv Dide kenandin ne tê da ne xweş bû ewqas, min zehf ne eciband 5-Panorama-: lehengê çîrokê -Faro- pişti 16 salan ji deverekê( cîh ne xûyaye) bi dayîka xwe re xeber dide û rewşa mal û gundî ya ji devê dayîka xwe dibihîse. -Ne hertişt lê gelek tişt guherîye û bi me nû ye: şîn û şayî, bext û marifet tiştekî berê ne maye... berf û barana ku dibare jî edî ne weke berê ye-( rûpel 91 ) 6-Welle-: li Swêdê zilamekî Kurd( Nivîskar Hesenê Metê ) û zilamekî asurî Sargon peyivîna li ser rebenîya Kurdan e. ( zilma ku li Kurda bûye ). Mamoste Hesenê Metê dawîya çîroke zehf xweş anîye. 7-Evîneke melodramik-: wekî ku ji navê çîroke jî tê fam kirin ev çîrok li ser evînê ye. Evîneke bihûrîye, di demên pîrîtîyê de tê îtîraf kirin ji pîrejin ra. Lê ne ji alîyê dildarê pîrejin ê ra tê îtiraf kirin. Çîrokeke ewqas xemgîn bû jî li te di go qey çîroka -Çehov-e. Gelek cîhan kenîyam. Dawî ji gelek xweş bû. 8-Kubarname-: ez divêm ev çîrok ne li gor çand û huner e Kurdan bû. Ji xeynî wê jî ev çirok ne ewqas xweş û balkêş bû. 9-Ya Star-: Ev çîrok, çîrok a dawî ya pirtûka -epîlog-e. Çiroke ke trajîkomîke. Di ve çîroka xwe de jî nivîskar nîşanî me dide ku Kurd li hember neyarê xwe nasekine, ji neyarê xwe yên rasteqîn ra serî ranake, lê di buyereke piçûk î di nav xwe de hevdû tînin halê mirinê. ---Navên zehf xweş û cûda di pirtûkên Hesenê Metê de derbas dibin, zehf xweşê min diçin ev nav: Darîn, Garût,Amojna Bavfile, Sargon, Bengî, Zelê, Pûto, Berot... ---Hinek peyv û hevokên ku pirê caran dê û bavê min yan jî mezinên min bi lêv dikirin, û a niha zehf rast nehatime van peyv û hevoka, ew peyv û hevok di ve pirtûkê de derbas dibin û gava min xwend ez zehf pê kêfxweş bûm; li dara dinyayê...,. A ji te re,. Şîrê xwe helal nakim,. Çi serê te biêşînim, Dayê, Bavo..., Xwedê te salih bike, Xêr û guneh di hustuyê wan be, hezar carî malî ava, ez ji çongan ketim, ma xema te ye, bi tilîyan nişanî hev didan, Pîne, pîne kirin -perçekî qumaş, gava cil ên qetîyayî tamîr dikin, li ser cil ê ketîyayî didirûn jê re dibêjin, pîne- ---Çend cîhên çîrokê peyvên ku Kurdî wateya wa hebû bi Tirkî nivîsandiye. -gerçî, doktor, zaten, sandalye- di cîhê wan peyvan de dikaribû van peyvan binivîsîne; -her çiqas, bijîşk, jixwe, kursî- ---Çawa di jiyana mirov de kêfa me ji mirovên -ji dil-(samîmî) ra tê( yanê kêfa min yên wisa re tê. ) Û Mirovên -ji dil- di jîna mirov de cîhe ki girîng digirin. Nivîskar jî e'ynî wisa ne. Nivîskarê me hêja Hesenê Metê jî çawa pirtûkên xwe di de jî -ji dil- e, di vê pirtûka xwe -epîlog- de jî wisa ye. Zimanekî zehf -ji dil- bi kar tîne ku ne pêkane(mümkün) mirov ji wî û ji zimanê wî hez neke. Û hûn xwendevan ji dizanin dawîya çîroka, ji bo çîrokan zehf girînge. Hesenê Metê dawî ya çirokê xwe zehf bêhempa anîye. Û Mamoste hema bêje di tev çiroke xwe de jî tiştek divîne ku xwendevana pê bikenîne an jî qet nebe rûyê xwendevanan bişirîne. Zehf henekên hêja dike di çiroken xwe de û ev taybetî ya wî jî çîrokên wî bêtir xweş û balkêştir dike. Hesenê Metê teqez bixwînin û bidin xwendin. Tamek cûda yê bide we pirtûkên wî û zimanî wî. ---Di pirtûkê de carînan peyvên ku mirov fam nake derbas dibin. Û ew peyv di ferhengê de jî derbas nabin. Ez divêm wan peyvan hêla Nivîskar bi lêv dikin, lê hûn piçek bi miqate pirtûkê bixwînin û hûn li ser wa peyvan bifikirin ez divêm hûnê wateya wan peyvan fam bikin. Hinek peyvên ku di ferhengê de derbas dibû ez ê wateya wa di şîrovê de binivîsim. --- __Wê şevê min zaroktîya xwe jî dît û ez dîsa pê jiyam, mîre min.__ (rûpel 34) Welleh mamoste çawa di pirtûkê de te gotîyê, van şevên çûyî ku min pirtûka te dixwend min bixwe jî zarokatîye xwe di nav peyv û hevoken te de didît û ez bi xêra wa peyv û hevoken te dîsa diçûm zarokatîya xwe û ez dijîyam zarokatîya xwe. Îcar gelî xwendevan kî ji we dixwaze zarokatîya xwe dîsa bijî û vî zimanê xweş, -jidilî- (samîmî) tam bike bila qet nesekine. Keremkin xwendina -EPÎLOG- Ê Ez dîsa hêvî dikim ku we xwendibe heta vê dawîyê û ez dixwazim kesên ku xwendibin şîrove bikin -hema nokteyek bila di şîrovê de binivîsînin ka ku xwendine an nexwendine- ;) )
Epîlog
EpîlogHesenê Metê · Avesta Yayınları · 20032 okunma
··2 quotes·
4,125 views
Miheme okurunun profil resmi
Çêlrûtî: li hember biryara mezinan derketin Alifxweş: hûrmezin Nakok: li hev nekirîn. Bêyom: bê oxirî Rik: nifir, neyarî Şêl: rewş Argûşk: erzînk, çene Rewşenbîr: kesên zana, aydın Babet: cins, mijar, konu Rengdêr: sıfat Laser: lehî, sel
Ciwan FERZENDE okurunun profil resmi
Mamoste lêkolîna te gelek xweş bu. Ez ji te ra gelek spas dikim kû qelem a te ji ser kurdi pir hâkime. Emê ji te faydê bivinin 🙏
Miheme okurunun profil resmi
Ez spas dikim mamoste her hebî. Armanca me ew e ku xwendevanên Kurdî zêde bivin.
Mehmet okurunun profil resmi
Min jî heta dawiyê xwend :)). Gelek wext li ser pirtûkê çûbû û min naveroka wê ji bîr kiribû. Te, berfirehî behsa pirtûkê kiriye û hin tiştên min hîs kiribû û ji bîr kiribû dîsa anî bîra min. Ez jî dixwazim şiroveyên bi vî awayî berfireh binivîsim lê taqetê di xwe nabînim. Destê tê sax be. 👏👏
Miheme okurunun profil resmi
Saxtir keko. Zehf kêfa min hat ku te heta dawîyê xwend û heta niha ez divêm te tenê heta dawîyê xwendîye :) :( û ez dîsa zehf bextewar bûm ku yekî vê pirtûkê xwendibe, û min jî naveroka pirtûkê anîbe bîra te, Dabe hîshîsandin. Her hebî keko
3 next answer
Mem okurunun profil resmi
Ji bo ku dinya xira nebe, di wextekî nêz de ezê hesenê Metê bixwînim. Kî dizane dibe ku ez jî bi ber zarokatîyê ve biçim. :) Tu û pênûsa xwe her hebin kaka miheme🌼
Miheme okurunun profil resmi
Bila gumana te tunebe tu yê herî zaroktiya xwe. Û Armanca min jî ew bû ku xwendevan bi dest pirtûkê Hesenê Metê bikin, ji vî zimanê xweş kêm nesekinin. Ji bo şirova te jî gelek Spas kaka Mem
1 next answer
Dijwar okurunun profil resmi
Nivîsek têr xebat û xwedî hizir e... Te bersiv û mafê pirtûkê, bi xwendina rast daye... Xebata te her dem xweş be. Destê te sax be bira...
Miheme okurunun profil resmi
Spas dikim keko. Her hebî
1 next answer
Serhevde okurunun profil resmi
Destê te sax be birako. Dema min beşa te ya ji bo çîroka duyem nivîsiye, xwend bi te re çûm zaroktiya xwe û neyariyên nav kurapên me da hat ber çavên min. Kafiran bi kêr û şûran li hev didan 😁 em li benda lêkolînên nû ne. Tu her hebî
Miheme okurunun profil resmi
Welleh keko ez ji zanîngehê hatim nehatim malê. Min peşî çîroka duyemîn xwend ji bira û xwûskên xwe re. Û em kenîyan. Yanê pirtûk bı tevahi ji gelek xwes bû lê çiroka duyemîn ecêb ecêb xweş bû. Nayê gotin encax were xwendin. Hesenê Metê pênûsek bêhempaye. Yanê ji bo Hesenê Metê û ji bo Bextiyar Elî jî hewceye ku mirov Kurdî hîn bive. Ez qet mezin ji nakim. Û lêkolîna jî divê em binivîsînin ku xwendevanan bidin meraqê û nivîskarên xwe bêtir bidin xwendin. Û ecibandina lêkolîna jî yê xwendevan bidin keko. Divê em tim û tim binivîsînin him ji bo xwe hem ji bo xwendevan û nivîskarên Kurd. Spas dikim ji bo şirova te. Û xeletî kî min hebû ji min rast bike keko.
Jan okurunun profil resmi
Miheme û Hesenê Metê hinekî em gerandin. Carna ez peyvna seh dikim peyvnî cûda ( te navê hineka nivisi bû) an ji navên listikên me yi berê. Ez disekinim û difikirim dibejim ev çend salên min nû ev peyv sah kir, behsa wa salên zarokatiyê dikim. An ji dibêjim ev peyv di heşî min de derketibû. Ya rastî bra zaroktiya me xweş bû her sala dibuhure em Çand, Dirok, Ziman û listikên xwe dûr dikevin. Zarok ber bi bayê teknolojîyê diçin. Xort li jiyana gundan bazdidin. Dê û bav diminin tenê. Ax ax binivisînim heta sibehê xilas nabe dirêj nekim. Destê te saxbe tu her hebi 🍁
Miheme okurunun profil resmi
Welleh keko wekî te go, mirov xeberde, paşîya xeberdanê tuneye.(wa tu dirêjîya lêkolîna min dibînî :) û spas dikim ji bo şirova te.
1 next answer
Ronahî okurunun profil resmi
Dibên zaroktî zembîlilik ên av ê tê bîra min. Zivistanê min û hevala xwe , xwîşka xwe dixar... Zarok bi berfên dilîstin me jî zembîlilik dixar. Û pê dilîst :) Deste te sax be. Pir hêja bû ye... Li ser 1k yê lêkolînên kurdî hêdî hêdi zêde dibin. Keda te jî tê da heye. Her hebî...
Miheme okurunun profil resmi
Zaroktî bir her awayê xwe xweş bû. :) Lêkolîn dirêj dibin ez jî yên wekî te fêrî lêkolînê kurdî bûm. Hûn jî her hebin. Û dîsa spas :)
1 next answer
Tamara okurunun profil resmi
Okuyorum ama yazamıyorum(öyle çok içime dokunuyor ki,bunu kendi dilimle anlatmayı isterdim((yüreğine ve kalemine sağlık mamoste 🌸🍀
Miheme okurunun profil resmi
O da olacak ileride inşallah. Yorum için çok teşekkür ediyorum. Dem baş :)
1 next answer
16 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.