Gönderi

266 syf.
10/10 puan verdi
Dembaş xwendevanno. Ez dixwazim ku behsa pirtûka
Adat û Rusûmatnameê Ekradiye
Adat û Rusûmatnameê Ekradiye
bikim. Ev pirtûk, ji bo wêjeya me pirtûkeke pir girîng e. Gelek taybetiyên pirtûkê hene. Ji ber vê jî yek ji Klasîkên Kurdî tê binavkirin. Ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve hatiye nivîsandin. Ev pirtûka di dest min da ji aliyê
Jan Dost
Jan Dost
ve hatiye amadekirin. Di nav hemû çapên pirtûkê da ya herî baş bi fikira min ev e. Ji ber ku Jan Dost gelek li ser pirtûkê da xebitiye û şîroveyên xwe yên gelek hêja lê zêde kiriye. Berî her tiştî ez dixwazim çend taybetiyên Mela Mehmûd û pirtûka wî binivîsim. Da ku em qedrê pirtûkê baştir bizanin. -Mela Mehmûdê Bazîdî, di nav dîroknasên Kurd da cara ewil bi kurdî nivîsiye. Ango dîroknasê kurdînivîs ê yekem e. -Bi wergera Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî, wek yekem wergêrê kurd tê qebûlkirin. -Pirtûka Adat û Rasûmatnameê Ekradiye, di beşa sosyolojî ango civaknasiyê ya wêjeya kurdî da pirtûka yekem e. -Mela Mehmûdê Bazîdî bi pirtûka xwe Civaknas(Sosyolog)ê kurd yê yekem tê qebûlkirin. -Ev pirtûk di wêjeya kurdî da pexşan (nesîr)a yekem e. -Mela Mehmûdê Bazîdî, wek "Bavê Pexşana Kurdî" tê qebûlkirin. ÇEND GOTINÊN DERBARÊ PIRTÛKÊ DA Pirtûk ji sê beşan pêk tê. Beşa yekem pêşgotin û paşek e. Lê ne wek pêşgotina pirtûkên din in. Pêşgotin û paşekê pirtûkê ji 75 rûpelan dirêjtir in û gelek tiştên bi feyde di nav xwe da dihewînin. Beşa duyem nivîsa Mela Mehmûd bi xwe ye. Ango bi zimanê orijînal e. Şîroveyên Jan Dost jî di bin rûpelan da ne. Gelek peyvên erebî derbas dibin û zimanê vê hinek giran e. Fehmkirin dijwar e lê bi şîrove û raveyên Jan Dost, hêsantir dibe. Beşa sêyem wergera Kurmanciya îro ye. Ji aliyê Jan Dost ve hatiye amadekirin. Xwendina vê beşê hêsan e. Min carekî nivîsa orijînal xwend. Pişt ra derbasî beşa sêyem bûm û min bi Kurmanciya îro dîsa xwend. Piştî xwendina her rûpelekî dîsa vegeriyam û min raveyên Jan Dost xwend û bi vî awayî bi şîroveyên wî xwendina min baştir dom kir. Pirtûk seranser behsa edetên kurdan dike. Kurdan wek sê koman ji hev vediqetîne. Koma yekem kurdên koçer ên Bazîd, Mûş û Wanê, koma duyem bajariyên (ji bajariyan ra dibêje xwecîh) Bazîd, Mûş û Wanê, Koma sêyem kurdên Botan, Hekarî û Behdînan. Lê bi taybetî li ser kurdên koçer/rewend disekine. Gelek nivîskar dema qala gelê xwe dikin tenê behsa başiyên wan dikin, tenê tiştên xweş dinivîsin û xwe dixapînin. Lê Mela Mehmûd di pirtûka xwe da wisa nake. Başî û nebaşiyên gelê xwe temam dinivîse. Dema pesnê jinên kurdan dide (#152199630) "Hema bi rastî jî jinên kurdan kêmpeyda û bêhempayên dema xwe ne." (r.187) Belengaziya wan jî venaşêre. "Keç û jinên kurdan bi xwe bi nefsa xwe ne di destê xwe da ne. Bav û birayê keçê eger ew dane mirovekî keç nikare qebûl neke." (r.149) "Piraniya jinên kurdan feqîr û perîşan in. Bihar û havîn û payîzan pêxwas digerin û karan dikin." (r.188) Behsa mêvanperweriya wan dike (#152605714) lê zilma koçeran a li ser xwecîhan jî paşçav nake. "Pirê deman ew kurd nan û zad(xwarin) ji kîsê filleyan dixwin. Loma jî fille dema ku nan û zad dipêjin divê bidin zarê kurdan jî. Eger nedin jî, Kurdên qişlaxçî(koçer) ê nan û zad bi zorê ji wan bistînin û bixwin." (r.185) "Eger zivistanê dewarekî kurdan bi emrê xwedê bimire, dema biharê ji gund derdikevin û diçin zozanan, ew mirovê xwediyê dewarê ku zivistanê miribû, tê û şûna wî dewarê telefbûyî dewarekî ji malên wî gundî bi zorê distîne û dibe." (r.185) Erê behsa mêrxasiya kurdan dike. (#152365607) "Kurd di xeberdan û cewabê da bêtirs û dilêr in. Hakim be jî bêguman cewaba heq dibêjin û natirsin." (r.154) lê dizî û rêbiriya wan jî navêje pişt guhê xwe. "Mesela yek ji wan li ser rêyekê peya dibe û hevalên wî jî xwe newalekî da vedişêrin. Eger rêwî û siwar bibînin ew ê rê da tê ba wî siwarî. Dibêje titûna min xilas bûye qelûnê ji bo min tijî bikin. Ew mirov jî rehmê bi wî dikin û qelûna wî tijî dikin. Îcarê ji wan agir dixwaze. Yek ji rêwiyan ji bo wî agir dijene. Pişt ra hevalên wî dizî ji newalê derdikevin, tên û wan dişelînin. (Malên wan bi zorî ji wan distînin) Pişt ra dest û çavên wan girêdidin û dibin newalekî da wan dihêlin." (r. 188-189 | nivîs dirêj bû min bi xwe kin nivîsî.) Li ser pirtûkê gelek tiştên din jî dikarim binivîsim lê bes e bila hûn jî aciz nebin. Ji bo min ev pirtûk divê bin destê hemû kurdan da hebe û her kes bixwîne. Bi xwendina pirtûkê gelek kêfxweş bûm û lêkolînên min ên derbarê kevneşopiyê da ew ê her dem di alîkariya min bike. Ger şaşiyên min hebin bibexşînin. Li xwe baş binêrin. Bi Kurdî bimînin.
Adat û Rusûmatnameê Ekradiye
Adat û Rusûmatnameê EkradiyeMahmud Beyazidi · Dara Yayınları · 018 okunma
··
1,131 views
Bu yorum görüntülenemiyor
Miheme okurunun profil resmi
Dest sax Kekê Serhevde. Û parvekirinê lêkolînê xwe zêde bike ku tu aciznebî :) #153420951 Kerem bike lêkolîna min, Û li benda şîrova te me.
Serhevde okurunun profil resmi
Spas dikim hevalê Miheme. Ez nivîsên xwe naecibînim loma zehf nanivîsim lê ev pirtûk pir xweşa min çû û min nivîsî. Ser xatirê te ez ê êdî zêdetir binivîsim :) Lêkolîna te jî aniha dixwînim
Bu yorum görüntülenemiyor
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.