Got Elî ta ez nebêjim bavê xwe
Dînê te qebûl nakim ej qelbê xwe
Got heger nakî qebûl û bawerî
Tu neke îfşa vî sirrî li her derî
Çû Elî xerk bûye ket behra xiyal
Wî ji nefsa xwe kirî çend sûal
Ma gelo Xaliq dema te çêkirî
Ma dibe ku pirs li bavê te kirî?
Heqqê te nîne dibawerya Xweda
Tu bibî pirsa xwe hêla bav û da
Zû Elî rabûye hate ba resûl
Şehde daye dînê îslam kir qebûl