Gönderi

59 syf.
·
Not rated
Ev ne lêkolîne!
Celadet Elî Bedirxan zimannasê kurd, neviyê mîrê Cizîrê û Botanê Bedirxan Beg û xeribê gelê Kurd. mixabin wûsa ye... Derkevin ji derve ji Kurdan bipirsin bêjin "Celadet Elî Bedirxan" kiye? Sadi 90 yê bêjin ew kiye. Ew kiye ka em hinekî behsa wi bikin: wê çaxê ew çaxa ku kurd dihatin qetilkirin û dihatin xapandin, mixabin hê wûsa ye. Wî ji bo zimanê xwe ne pê çeka pê nivis û xwendinê seri rakir û berxwe da û têkoşînek dîrokî da. Bedirxan tevî Haco Aga û ronakbîrên din ên navdar ên kurd li Sûriyê di damezrandina Xoybûnê de rolek aktîf lîst. Bedirxan ku di salên 1930an de ji xebatên siyasî dûr ket û xebatên xwe yên li ser kurdî xurtir kir, di 15ê Gulana 1932an de kovara Hawarê derxist. Alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî ku îro tên bikaranîn, cara yekem di kovara Hawarê de hat bikaranîn. Bedirxan di sala 1942an de li Şamê bi navê Ronahî li kêleka Hawarê kovareke kurdî ya wênesaz derxist. avakerê alfabeya kurdî ya latînî Celadet Bedirxan di 15ê Tîrmeha 1951ê de li Şamê wefat kir, tirba wî li Şamê ye. ( Ma çê dibe gelo ez herim ser tirba wî axx çiqas dixwazim) Piştî mirina wî, xebatên zimanê kurdî yên ku wî di saxbûna xwe de çêkiribûn li hev kom kirin. Berhemên wî yên qedr û qîmet Elifba Kurdî Rêzimana Kurdî Rûpelên Elfabê Ferhenga Kurdî Rêzimana Elifbaya kurdî Dîbaca nimêjên îzêdiyan Çima Dîrokê de kesên ku pê şûr û çeka şer kiyi nav û deng in? Çima yê Dirok nivisi bê qedrîn û nayên naskirin? Ez bawerim hûn ji niqaş in wûsa rast hatinin "dibejin ka pirtûkên we ka Diroka we ka delîlên we" Gelê me ne Zanyar û Niviskarên xwe ne ji hunermendên xwe nas dikin (kêmasiya herî mezin) gorî berê imkan û amûrên me hê gelekên destê me hê dirêjtire vê rewşê de ji em cihê xwe de disekinîn. Bidin naskirin. Derdor û zarokên xwe re behsa Dîrok û Çanda xwe behsa Niviskar û Hunermendên xwe bikin. Bangewazî ya min Ey Kurdno! qîmetê zimanê we destê we de ye. Zimanê we hebûna we ye... Bi Kurdî bifikirin Bi Kurdî binivîsîn Bi Kurdî biaxivin Bi Kurdî hez bikin Bila xelk û alem bizanibin zimanê Kurdî çiqas dewlemende. Hinekî behsa pîrtûkê bikim. Navê pirtûkê: kûlîlkên Ezeb yanî kûlîlkên gunehkar. Vê pirtûkê de 30 helbestên dirêj hene. hinek ji van helbestan bûne stran ji. Her çiqas Niviskar helbestên xwe de behsa kurd û Kurdistanê dike hinekî behsa evinîye ji dike. Çend helbestên xwe ji weka dengbêjiya nivisiye Minak "Koçera Mîran" û ez bawerim pêşve gelek helbestên Kamîran Elî Bedirxan bibin stran û dengbêjî. wextê ku ez dixebitim min dema bêhnvedanê pirtûk dixwend û çend helbest min ji weka strana xwend rastî gelekî tiştekî xweş bû nizanim çê dibe ev helbest jî bûne stran lê min gorî serê xwe melodiyek ji pêre got. Ezê bavêjim vê derê heka we guhdar kir dengê teq û req bere tê û ji ber ku dera lê dixebitim inşaatê dengê min weka şikeftekê de tê :) -Ala Kurda voca.ro/1i7yGrlwfnDb -Strana Dilan voca.ro/1e8cHpdV892M Helbesta pirtûkê ya dawî li ber min helbesta herî xweş û watedar bû #153814100 Spas dikim ji bo xwendina we nav xêr û xweşiyê de bimînin
Kulîlkên Ezêb
Kulîlkên EzêbKamiran Ali Bedirxan · Avesta Yayınları · 199890 okunma
··
1,829 views
Bu yorum görüntülenemiyor
Miheme okurunun profil resmi
Dest sax keko. Divê em lêkolîn û agahîyên wisa li ser vê sepanê zêde bikin
Jan okurunun profil resmi
Spas dikîm birayê min. Ji bo ziman gerek em bikin
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.